Dînçê Parlementerê HUDA PARÊ: Bila temamê astengên li ber perwerdehîya zimanê dayikê bê rakirin
![Dînçê Parlementerê HUDA PARÊ: Bila temamê astengên li ber perwerdehîya zimanê dayikê bê rakirin Dînçê Parlementerê HUDA PARÊ: Bila temamê astengên li ber perwerdehîya zimanê dayikê bê rakirin](/img/NewsGallery/2025/2/5/441098/FeaturedImage/0b4763c3-3b56-454c-b833-8eb3bd730a78.webp)
Faruk Dînçê Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê di civîna çapemenîyê ya Meclîsê de axivî û got, “Astengên li ber zimanê dayikê didome. Bila temamê astengên li ber perwerdehîya zimanê dayikê bê rakirin.”
Dînç di axaftina xwe de derbarê TîkTokê de jî peyivî û got, “Divê platformên weke TîkTokê ku xortên me xera dike û wan ji nirxên me yên şaristanîya me dûr dixe hewceye bê astengkirin.”
“Ez Atif Xoceyê Îskîlîpî û temamê alimên ku li Mehkemeyên Îstîklalê hatine şehîdkirin bi rehmet yad dikim”
Dînç bi yad kirina Atif Xoceyê Îskîlîpî dest bi axaftina xwe kir û wiha dewam kir:
“Ez bi vê wesîleyê Atif Xoceyê Îskîlîpî û temamê alimên ku li Mehkemeyên Îstîklalê hatine şehîdkirin bi rehmet yad dikim. Belê, Atif Xoceyê Îskîlîpî ji ber ku jiyaneke Îslamî jiya, ji ber ku xwe neşibandiye Rojava, li dijî siyaseta teqlîd, îngîlîzkirin û Fransizankirina Frenkan bû, ji aliyê Mehkemeyên Îstîklalê ve hat şehîdkirin. Heya ku em hebin em ê doza Atif Xoceyê ji Îskîlîpî, doza Şêx Seîd, mucadeleya wan a Îslamî bidomînin û em ê tu carî dest ji vê rê bernedin. Ez Atif Xoceyê Îskîlîpî û temamê alimên ku li Mehkemeyên Îstîklalê hatine şehîdkirin bi rehmet yad dikim.”
“Platformên weke TîkTokê ku sazîya malbatê xera dike divê bên astengkirin”
Dînç gotinên xwe wisa domand, “Mixabin, platforma TikTok, ku di medyaya dîjîtal de populer e, bûye pirsgirêkek ewlehiyê û xeterek ku hem ji bo cîhanê hem jî ji bo welatê me dibe sedema xerabûna exlaqî. Ji ber vê sedemê li welatên Ewropayê gelek asteng û heta qedexe hatine danîn û ketina TikTok hatiye astengkirin. Li ser vê platformê naverokên nebaş, propagandayên LGBT yên xirapkar û pîskirina exlaqî tên weşandin. Li welatê me nêzî 40 milyon hemwelatî bêsînor, bê çavdêrî vê platformê bikar tînin û mixabin dikarin bi serbestî wan naveroka qirêj biweşînin.
Divê TîkTok bê astengkirin. Ji bo parastina ciwan û malbatê garantiyên destûrî çêbike Wezîfeya dewletê ye ku. Çimkî bêyî pêşîlêgirtina xerabiyê qencî nayê parastin.
“Astengîyên li dijî zimanê dayikê didome”
Dînç derheqê mijara zimanê dayikê jî axivî û got, “Ziman û rengên me ayetên Xwedê ne. ZIman nake dijminê hev, li hev tîne. Rebbê me ziman û reng afirand da ku dilê me bigihêje hev. Mixabin îro ziman û rengên me bi ramanên jehrîn ên ku Rojava li me xistine bûne dijmin. Di dilê me de divê evîn hebe, mixabin kîn û nefret di dilê zimanên cuda de hatiye derzîkirin, polar û marjînal bûye. Belê, di vî warî de li welatê me; Çend gavên girîng û hêja hatin avêtin, wek vekirina qursên kurdî, vekirina kanala kurdî ya TRTê, destpêkirina dersên kurdî (kurmancî û zazakî) wek dersên hilbijartî li dibistanan, vekirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li zanîngehan. Lê astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikî berdewam dikin. Em dibêjin divê astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin.
“Em xwedî hem zimanê xwe hem jî dînê xwe derkevin”
Dînç, der barê dersên hilbijartî de bang li hemû xwendekar û malbatan kir û got, “Di du hefteyên destpêkê yên meha Sibatê de li dibistanên amadeyî dersên hilbijartî tên vekirin. Banga me ji hemû malbatan re ew e ku zimanên xwe yên dayikî Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Em hem zimanê xwe hem jî dînê xwe biparêzin. Heger em dîn, ziman, kultir û şaristaniya xwe neparêzin, emperyalîzma rojavayî wê timî vê birîna xwe xera bike û dema ku em bibin dost wê me bike dijmin.”
Dînç, piştre jî heman bang bi zimanê xwe yê dayikîya Zazakî anî ziman. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi tesîra fiyeta zêra ons a li pîyaseya navîn û zêdebûyîna dolarê zêra gram derket 3 hezar û 304 lîreyî.
Otobusê rêwîyan a ku ji navçeya Gazîpaşaya Entelyayê diçû Semsûrê, ji ber ku şifêr hakimyeta direksîyon winda kir gundirî şerampolê.
Li Kavaka navçeya Semsûne otobûsa rêwaîyan li qemyona parq kirî xist. Di encama qezayê de şifêrê otobûsê jiyana xwe ji dest da, 16 rêwî jî birîndar bû.