Evîndarên Pêxember: Bêdengmayîna ji zilma li Xezzeyê re, ji însanîyetê re îxanetek e!

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê hat lidarxisitn, di daxuyanîyê de êrîşên rejima îşxalker hatin lenetkirin û ji berxwedana Xezzeyê re piştgirî hat dayîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember ji roja 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ji bo ji operasyonên Tûgayên Qessam re piştgirîyê bide çalakîyan tertîp dike.
Evîndarên Pêxember ku ji banga HAMASê re bersivê da, li Dîyarbekirê dîsa daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist.
Di bernameyê de Mele Recaî Guler axavtinek kurt kir û dûre daxuyanîya çapemenîyê ji teref Serokê Memur-Sen a Bajarê Dîyarbekirê Ramazan Tekdemîr ve hat xwendin.
Mele Recaî Guler di axavtina xwe de bêdengmayîna serokên welatên Îslamê û tenê hiştina Xezzeyê rexne kir û got, “Wan welatên ku li derdorê Xezzeyê ne, Ji Misirê bigrin heta Urdunê, ji Siûdî bigrin heta welatên dinê û yên ku ji xwe re dibêjin em Misilman in; bi we re qasî cihûyîyan jî xîret tineye ku hûn xwedî li xûşk û birayên xwe yên Misilman dernakevin? Em îro bang li ummeta Îslamê dikin; divê êdî ummeta Îslamê bi hev re tevbigerin, di nav xwe de werin cem hev. Heger em tevnegerin, hazirîyê nekin, yekîtîyekî çênekin wê Xwedê Teala me perîşan bike.”
Recaî di berdewama axavtina xwe de bi ayeta 13emîn a Sûreya Alî Îmranê berdewam kir û got, “Xwedê di ayeta xwe ya mubîn de dibêje ‘Di nav du artêşên ku bi hev re herbê dikin de ji bo we îbredek mezin heye: Ji van artêşan yek di rêya Xwedê de herbê dikir, yê dinê jî di rêya kafiran de, wan kafiran muminên li hemberê xwe di ber çavên xwe de wek du qatî didîtin. Xwedê kesê ku bixwaze bi alîkarîya xwe piştgirî dike û wî qewettir dike. Helbet di vêya de ji bo wan wan kesên ku çavên wan ên dîtinê heye îbred heye.’
Ramazan Tekdemîr jî di destpêka daxuyanîya çapemenîyê de weha dest pê kir: “Ji wan kesên ku lîbasa îzzetê li xwe kirine re silav be. Ji wan kesên ku li hember zaliman sekinîne re silav be. Ji wan kesên ku di sefên mezluman de ne re silav be. Ji wan kesên ku qirkirina li Xezzeyê temaşe nake û tevdigerin re silav be. Ji nevîyên Selaheddînî Eyyûbî û Abdulhamîd Xan re silav be.”
“Hemû îdarevanên dewletan û însanîyeta ku zilma li Xezzeyê teşame dikin di bin obalekî mezin de ne”
Tekdemîr destnîşan kir ku rejima sîyonîst ev bû 21 meh in li Xezzeyê heysîyeta însanîyetê kirîye binê pîyan û hemû kesên ku ji vê rewşê re wek temaşevanan mane re got di bin obalekî mezin de ne, “Sûcên rejima îşxalker ên wek, qirkirin, birçîhiştin, tîhiştin û bêdermanhiştin roj bi roj zêde dibe. Komekî sîyonîst li hindirê çavê însanîyetê dinêre û van cirman bikartîne. Hemû îdarevanên ku hêz û qewet di destê wan de hene û însanîyeta ku ji vê rewşê re wek temaşevanekî dimînin di bin obalekî mezin de ne.”
Ramazan Tekdemîr got, “Rejima îşxalker ku ji bêdengîya alema Îslamê wêrektîyê digre ji sedî 90î zêdetir Xezzeyê wêran kirîye. Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ji 60 hezarî zêdetir xûşk û birayên me şehîd bûne, nêzê 150 hezarê wan birîndar bûne û hêna jî ji 20 hezarî zêdetir xûşk û birayên me di bin kavilan de ne. Ji şehîdan sedî 70ê wan zarok, pitik û pîrek in. Xezze bûye goristanekî zarokan. Rejima îşxalker nahêle ku alîkarîyên însanî bikevin hindir. Û ew vê rewşê jî wek çekek bikartînin. Digel hemû van zulman navendên alîkarîyê jî kirîye noqteyên qetlîamê. Li cîhên belavkirina alîkarîyan bi sîstematîkî Filistînîyan şehîd dike, ji wan jî 900ê wan şehîd kirine û ji 6 hezarî zêdetir mirovan jî birîndar kirine.”
“Heyf û yazix ji serokên welatên Îslamê re ku ji vê rewşê re bêdeng mane”
Tekdemîr ji axavtina xwe re bi van gotinan berdewam kir: “Ey ummeta Muhammed û ey malbata însanîyetê: Obala her zarokek, ciwanek û îxtîyarekî ku ji birçîna têne qetilkirin li ser milê me ye. Gelek zarok li noqteya belavkirina alîkarîyê hatin qetilkirin. Ji wan Omer, hêna 8 salî bû, birê wî Emîr 4 salî bû, Sîrac hêna 2 salî bû. Ew bi bombeyan hatin kuştin. Gelo dengê Muhammedê 10 salî ku li noqteya alîkarîyê çokê wî hat jêkirin kî bihîst? Gelek hezaran wek mînakên ewakî ne. Ên ku qewet di destê wan de ne hêna jî vê rewşê temaşe dikin. Bila baş zanibin ku obala vana hemî li ser stûyê wan in. Van zarokan ne tenê zarokên Xezzeyê ne, ew zarokên hemî ummetê ne. Ummeta ku ji vê qetlîmê re bêdeng dimîne di bin mesulîyetekî mezin de ye.”
Razaman Tekdemîr, ji wan kesên ku ji bo menfeatên xwe yên dinyayê destekê didin zilmê re jî bertek nîşan da û got, “Li Xezzeyê ji 2 milyonî zêdetir xûşk û birayên me bi birçîbûnîyê re hatine rûbirûhiştin. Ji 600 hezarî zêdetir xûşk û birayên me ji ber birçîna nexweş ketine. Ji 70 hezarî zêdetir zarok ji birçîna têne tedawîkirin. Bila ji serokên welatên ku hêz û qewet di desêt wan de hene û dîsa jî ji vê rewşê re wek temaşevanekî dimînin re heyf û yazix be. Ji wan kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin û hêna jî dibêjin em însan in re heyf û yazix be. Ji wan kesên ku ji bo menfeatên xwe yên dinyayê destekê didin zilmê re heyf û yazix be.”
“Wexta sekinandina qirkirina rejima sîyonîst zûda hatîye û derbas jî dibe”
Tekdemîr bang li serokên welatên Îslamê kir û got, “Dewlet û civakên navneteweyî yên ku qelbê wan kor bûye, gohên wan kerr bûye, zimanê wan ji fitneyê re xizmetê dikin, ji qirkirina li Xezzeyê mesul in. Tu kes ji vê mesulîyetê dûr nîne. Di serî de serokên welatên Îslamê ji vê xwînê mesul in. Heger welatên Îslamê karê ku li ser milê wan diket bi cîh bianîtana, ew ê îro li Xezzeyê ev xwîn nediherikî, xwanî nedihatin xerakirin, qirkirin nedihat kirin. Hêna jî wext heye, hemî serokan mesûlîyetên xwe yên li cem Xwedê bi cîh bînin.”
“Divê HAMAS, di warê sîyasî, birokratîk û leşkerî de bê piştgirîkirin”
Tekdemîr di berdewama axavtina xwe de bi ayeta 193yemîn a Sûreya Beqereyê berdewam kir, “Heta ku zilm û zext bi temamî ji holê bê rakirin û hakimtî bi temamî bibe yê Xwedê bi wan re herbê bikin. heger dawî ji neheqîyê re bînin, êdî xeyn ji zaliman, ji tu kesî re dijminantî tineye.”
“Daxwazîyên me yên ji gelên azad û serokên dewletên xwedî wijdanan ev in:
- Tunebûna gelekî ya ji ber birçîna, xelayê û bêdermanîyê tê maneya tunebûna hemî alema însanîyetê. Ji bona ku heysîyeta însanîyetê bigrin ser milên xwe, divê bi lez û bez derîyên sînor bêne vekirin. Ji krîza însanî ya li Xezzeyê re bi lez û bez dawî bê anîtin.
- HAMASê ku Kuwayî Mîllîyeya roja me ye, di warê sîyasî, birokratîk û leşkerî de bê piştgirîkirin.
- Ji bo li hember rejima îşxalker ji berxwedanê re çek, cebilxane, alîkarîya lojîstîkî û teknolojîkî bê dayîn.
- Sîyonîstên ku di dîrokê de tu sozên xwe bi cîh neanîtine, ji peymana agirbestê re sadiq nemaye. Ji bona ku rejima îşxalker ji nû ve vegere peymana agirbestê divê mueyyîdeyên ciddî jê re bêne kirin.
- Divê ji sabotekirin û stratejîya ewiqandina mizakerayên agirbestê ya Netenyahu re misade neyê dayîn, alternatîfên leşkerî werin ser maseyê, tevgera hêzê aştîyê bê destpêkirin.
- Ji bo şertên agirbesta mayînde ya HAMASê li Xezzeyê gavên destekê bêne avêtin.
- Di encama biryarên Navneteweyî de ji bona ku li Xezzeyê agirbestekî mayînde bê temînkirin, îşxalkeran ji Xezzeyê bi temamî bêne derxistin, Xezze ji nû ve bê lêkirin, alîkarîyên însanî bêne gihandin li hember îttîfaqa şer a sîyonîstan re zext bê kirin.
- Malên ku destekê didin sîyonîstan boyqot bikin û boyqotê berdewam bikin. Bîrva nekin ku boyqot çeka herî mezin e. Divê bi şiûrekî boyqota dewrekî hereket neyê kirin, bi şiûra boyqotekî heta dawîya emrê xwe hereket bê kirin.
- Heta ku rejima sîyonîst bikeve nav behrê û di nav de bifetise û bê tunekirin bi ezm û biryarî em ê parastina Qudsê berdewam bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Balikesîrê otobûsa rêwîyan qeza kir û gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 27 kes birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê wesayîtekî gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Di seatên serê sibehê de li Dîyarbekirê qezayeke trafîkê çêbû, bi tesîra qezayê tir şewitî. Piştî qezayê şofêrê wesayîtê ji ber ku ehlîyeta wî tinebû ji cîhê qezayê revîya.
Ji ber şewatên ku li navçeya Geyveya Seqeryayê derket du gund hatin valakirin. Li Bîlecûk û Ûşakê jî şewat derketin û piranîya şewatê hatin binkontrolkirin lê hêna jî li herêmê xebatên sarkirinê berdewam dikin.