Di meha Sibatê ya ku wek 'Meha Şehîdan' hatîye binavkirin de dema ku dîrok vê rojê dida nîşandan Atif Xoceyê Îskîlîpî ji ber tekoşîn û jiyana xwe ya Îslamî bê hincet û binasî hat îdamkirin. Atif Xoce dema ku ji bo were îdamkirin derket ser sêdarê weha got: "Helbet roja mehşerê dê em hesabê ji hev bipirsin."
Atif Xoceyê Îskîlîpî yê ku di dîroka Tirkîyeyê de xwedî kesayetekî Îslamî bû dema ku serî li ber pergala Kemalîst netewand hat îdamkirin. Atif Xoce di salvegera şehadeta xwe ya sala 99emîn de tê bibîranîn.
Atif Xoce di tevahîya jiyana xwe de ji bo xizmeta Îslamî bi ilmê re eleqeder bûye û ji bo ku di derbarê Îslamê de gel agahdar bike pirr hewl dabû. Atif Xoce di sala 1875an de li gundê Tuyhaneya navçeya Bayata Afyonkarahîsarê hat dinyayê. Di Medreseya Fatîh de mideristî kir. Xoceyê ku perwerdehîya xwe di Zanîngeha Daru'l-Funûnê de domand ji beşa Îlahîyatê mezûn bû.
Xoce, di vê pêvajoyê de kêmasîyên medrese û miderisan wek rapor amade kir. Kesên ku ji raporê aciz bûn giliya wî kirin. Atif Xoce ji teref Şêx'ul Îslam Mehmet Cemalettîn Efendî ve surgunê Bodrumê û dûre jî Kirimê hat kirin. Piştî ku cezaya wî qedîya vegerîya Stenbolê.
Dûre di kovarên bi navê Beyan'ul Hak û Sebîlurreşad de maqale nivîsand. Atifê Xoceyê ku bûbû hedefa kesên Îttîhadê diparêzin di 31ê Adarê de ji ber nivîsekî ya ku di kovarê de nivîsîbû hat girtin. Lê ji ber ku bê sûc bû hat berdan.
Atif Xoce di heyamê de alimekî pir mezin bû. Xoce bal dikişand ku hewesa Xerbê pirr çewt e. Xoce Atif pirtûkekî bi navê 'Frenk Mukallîtlîgî ve Şapka' weşand. Xoce di pirtûka ku ji 32 rûpelan pêk dihat de hewesa Xerbê rexne dikir.
Ev pirtûk sal û nîv berîya Qanûna Şewqê ya ku di 1ê Mijdara sala 1925an de hatibû pejirandin hatibû weşandin. Atif Xoce diyar dikir ku mirovê ji aliyê fen û zanistê ve gor Xerbê biçe pirsgirêk nîne. Heke mirov di derbarê cil û bergê de gir wan biçe ev çewtiyeke mezin e.
Xoce bal dikişand ku wergirtina cil û bergên wekê Xerbê gor çanda Îslamî nîne. Dûre hedîsa Pêxember (as) a 'Kesên ku hewl bibin bişibihin qewmekî ew jî ji wî qewmê ne' wek çavkanî vê hukmê dabû. Piştî ku Qanûna Şewqê derket 5 hezar husxe ji vê pirtûkê hatibû weşandin û di heman salê de hemî hatibûn firotin. Dûre ji ber Qanûna Şewqê gelek kes van nûsxeyên di destên xwe de mecbûr man îmha kirin.
Pîştî ku qanûn derket, Xoce, berîya herkesî di 19ê Berfanbara 1925an de bi binasiya ku ji Qanûna Şewqê mixalefetî kirîye wek girtî wî sewqê Enqereyê kirin û di Mehkemeyên Îstîklalê ya Enqereyê de dest bi darizandina wî hat kirin.
Dûre Atif Xoceyê ku ji teref Mehkemeyên Îstîklalê ve cezaya îdamê jê re hat dayîn di 4ê Sibata 1925an de hat îdamkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya tehqîqeta ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, ji 46 şikdarên ku ji 47 şikdaran in û hatîye eşkerekirin ji DAÎŞê re fealîyetên aborî û rêxistînî bikartînin di operasyona ku li 4 bajaran hatin lidarxistin de hatin qefaltin.
Li Taxa Dulkadîrogluya Mereşê di qezaya ku otobûsa rêwîyan û qamyona kolandinê li hev qelibîn de 11 kes birîndar bûn.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.