Hevdîtinên Îran û Ewropayê sibê li Stenbolê tên lidarxistin

Hevdîtinên Îranê bi sê welatên Ewropî (Îngilîstan, Elmanya û Fransa) re wê sibê dema sibehê li Konsulxaneya Giştî ya Îranê ya li Stenbolê bên lidarxistin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê, danûstandinên ligel welatên E3, ku ji Fransa, Elmanya û Îngilistanê pêk tên, wê sibeha Înê li Konsulxaneya Giştî ya Îranê ya li Stenbolê werin lidarxistin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku Îran razî bûye ku li ser daxwaza welatên Ewropî bi temsîlvanên sê welatên Ewropî yên ku di peymana nukleerî ya 2015an de îmze kirine, dewreyeke nû ya danûstandinan li dar bixe.
Bekayî ragihand ku civîna li Stenbolê ew ê di asta cîgirên wezîrên derve û bi beşdariya cîgirên wezîrên derve yên Îranê Mecîd Tahtrevançî û Kazim Garîbabadî de were lidarxistin.
Alîyên Ewropî yên di peymana nukleerî ya bi Îranê re, ku wekî E3 têne zanîn, Îngilistan, Fransa û Elmanya, di 16ê Gulanê de li Stenbolê di asta alîkarên wezîrê karên derve de civiyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tirkîye, di 2yê Tebaxê de ji Sûrîyeyê re dest bi îxracata erdgazê dike, bi vê şeklê ew ê li Sûrîyeya ku rojane 3-4 seat ceryan tê dayîn wê derkeve 10 seatan.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, li Stenbolê bi lijneya Hamasê ku di serokatîya Serokê Meclîsa Şûra ya HAMASê Muhammed Dervîş de bûn re hat cem hev.
Li gundê Kayaonu yê navçeya Palu ya Xarpêtê, di madeneke taybet a kromê de hilweşînek çêbû.
Li gundê Kavakliya navçeya Yenîşehîra Bûrsayê di daristanê de şewat derket, ji şewata ku derket re hem ji hewa hem jî ji bejahîyê midexele tê kirin.