HUDA PAR: Astengkirina nixumandinê hoveberî ye
Serokê Karûbarên Perwerdehiyê yê HUDA PARê Yahya Ograş got, "Ger keçikek li gorî baweriya xwe serê xwe binixumîne û li gorî baweriyên xwe tevbigere, di cîhana îroyîn de astengkirina wê ji vê yekê tiştekî sade ye. Ev yek rejîmeke totalîter a hov nîşan dide."
Serokê Karûbarên Perwerdehiyê yê HUDA PARê Yahya Ograş bang li Serokkomar Îlham Eliyev kir ku qedexeyên li ser nixumandinê li Azerbaycanê bi dawî bike.
Ograş bal kişand ser têkiliyên dîrokî, çandî û dînî yên di navbera Tirkîye û Azerbaycanê de û diyar kir ku hewldanên dîplomatîk ên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dikarin ji bo rakirina vê pêkanînê bibin alîkar.
Ograş tekez kir ku sînordarkirina nuximandinê li dijî maf û azadiyên bingehîn e, û diyar kir ku divê ev mijar di çarçoveya mafekî bingehîn ê mirovan de were nirxandin, ne wekî destwerdana di karûbarên navxweyî yên welatekî de.
Ograş diyar kir, "Ev daxuyaniya ku em wekî partî didin, divê wekî destwerdana karûbarên navxweyî yên welatekî neyê şîrovekirin. Em wekî mafekî bingehîn ê mirovan nêzî vê mijarê dibin. Ji ber vê yekê, ev pratîk ne mirovî ye, ne ji hêla qanûnî ve mafdar e, ne jî li gorî maf û azadiyên bingehîn e. Astengkirina keçekê ku ser we binixumîne û li gorî baweriyên xwe tevbigere, di cîhana îroyîn de bi rastî jî hoveberî ye. Ev yek rejîmek totalîter a xav nîşan dide. Berî her tiştî, ew danîna dînamîtekê ye ku ew ê di civakê de bibe sedema dabeşbûn û polarîzasyonek cîddî. Em wisa dibînin."
"Em hêna jî nekarîne birînên 28ê Sibatê derman bikin"
Ograş, bi bîr xist ku wî bi xwe pêvajoya 28ê Sibatê li Tirkîyeyê jiyaye û diyar kir ku zext û zordariya li ser azadiya baweriyê di wê demê de ji bo xwendekaran bû sedema êşên giran.
Ograş wiha got:
"Wekî partî, me di demên berê de gelek daxuyanî li ser vê yekê dane. Ev bi tevahî berhema zîhniyeteke tarî ye. Binêrin, di pêvajoya 28ê Sibatê de li Tirkîyeyê neheqiyên mezin çêbûn. Gelek xwendekarên me yên jin ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar man, gelek xwendekar neçar man ku dev ji dibistanê berdin. Gelek xwendekarên me di wê heyamê de rastî zextên cîddî hatin. Em hêna jî nekarîne zirara wê rojê tamîr bikin, birînan derman bikin. Birînên wê rojê hêna jî di hundurê me de zindî ne. Ji ber vê yekê, pratîkên ku di civakê de dibin sedema nerehetiyek wusa bi tevahî xelet in, bêyî ku li kîjan welatî bibin."
"Eger Azerbaycan dersa xwe wernegire, heman pirsgirêk wê li wir jî berdewam bikin"
Oğraş destnîşan kir ku neheqiyên ku di 28ê Sibatê de li Tirkiyeyê hatine jiyîn divê ji bo Azerbaycanê wekî ders be û hişyarî da ku berdewamiya qedexeyên li ser nixumandinê dikare di pêşerojê de bibe sedema pirsgirêkên civakî.
"Astengkirina pratîkkirina nirxên pîroz qet sûd ji kesî re nedaye"
Ograş li ser navê HUDA PARê axivî û bang li Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, saziyên fermî yên welat û gelê Azerbaycanê kir ku dev ji pêkanînên ku dikarin bibin sedema dabeşbûna civakî berdin.
Ograş wiha got:
"Wekî HUDA PAR, em ji vir bangî Serokkomar Îlham Alîyev, hemû saziyên fermî yên li Azerbaycanê û gelê Azerbaycanê dikin. Divê hûn li dijî her pratîkek ku welatê we paşve dibe, rêziknameya avahiya we ya civakî têk dide, xetên şikestina civakî çalak dike û li ser bingeha nirxên we yên çandî dînamît diçîne rawestin. Nerazîbûnên civakî ew ê zirarên cîddî bidin welat û civakê. Divê her kes vê yekê bizanibe. Her çend heta niha di jiyana civakî an saziyên perwerdehiyê de di derbarê pêçan, serpoş û hicabê de tu pirsgirêk çênebûbe jî, di demekê de ku maf û azadiyên bingehîn ji bo pêşeroj û pêşkeftina welat hewce ne ku bêtir werin pêşxistin, parçekirina civakê, afirandina xetên şikestina civakî, veqetandin û dijberkirina mirovan li dijî hev, dê bi tu awayî sûdê nede rêberên welat. Berevajî vê, ew ê zirarê bide aborî, civakî û sîyasî. Berî her tiştî, hedefgirtina mirovên ku hewl didin li gorî baweriyên xwe bijîn, qet sûdê nedaye kesî. Astengkirina pratîkkirina nirxên pîroz, danîna barîkatan li pêşiya sepandina van nirxan, di tevahiya dîrokê de qet sûdê nedaye kesî, lê belê zirar daye. Ji ber vê yekê, em dubare dikin ku divê Birêz Aliyev di zûtirîn dem de dev ji vê pratîkê berde." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Walîtiya Stenbolê ragihand ku ji dema ku Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di sala 1942an de dest bi pîvandinê kiriye, herî zêde baran lê bariye, li Beykozê 261 kîlogram baran li ser her metrekareyekê bariye.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê, zarokê 14 salî M.D. dema ku ajalên xwe diçêrand, birûskê lê da û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Di barana dijwar a ku li Stenbolê barî de, zarokekî 14 salî ku li Fatîhê ceryanê pê gir û kesek ku li Sariyerê ji ber lehiyê bi giranî birîndar bûbû, digel temamî mudaxeleyên tenduristî yên li nexweşxaneyên ku ew lê birin, nehatin rizgarkirin.