HUDA PAR li Mêrdînê meşa “Zimanê Dayikê” pêk anî
![HUDA PAR li Mêrdînê meşa “Zimanê Dayikê” pêk anî HUDA PAR li Mêrdînê meşa “Zimanê Dayikê” pêk anî](/img/NewsGallery/2025/2/12/442181/FeaturedImage/13c065e1-bf07-43c9-8bd9-dc72f3efa4f6.webp)
Teşkîlata Navçeya Qoserê ya HUDA PARê ji bo kurdî meş li dar xist û ji bo perwerdeya zimanê dayikî ya hilbijartî bang li dê û bavan kir.
Li Qosera HUDA PARê ji bo hişyarî û hilbijartina zimanê kurdî û zimanên din ên zikmakî di sala perwerdehiya 2025-2026an de wek dersên hilbijartî yên li mektebên navîn li Qada Azadiyê meş hat tertîpkirin.
Serokê Navçeya HUDA PARê Abdullah Kavan, Lêkolîner Nivîskar Molla Mahmut Kilinç, endamên partiyê û zarok beşdarî meşê bûn.
Di meşê de endamên partiyê ji bo piştgiriya zimanê kurdî û hilbijartina dersa hilbijartî broşur li welatiyan û esnafan belav kirin.
Kavan ku piştî meşa hişyariyê bi Kurdî û Tirkî daxuyanî da, bang li dêûbav, mamoste û xwendekaran kir ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.
“Ziman hiş û dîroka mîlletekî ye”
Kavan wisa peyivî, “Zimanê kurdî hebûna me ye. Ziman hişê milletekî ye. Ziman dîroka mîlletekî ye. Dema ziman winda dibe, hebûna mîllet, dîrok û kevneopîya milletekî winda dibe. Îro em li kuçe û kolanan, li malan dinerin zarokê me zimanê xwe bîr kirine. Ji ber vê yekê em ji navçeya Qosera Mêrdînê weke HUDA PARê bang dikin, em bang li dêûbavan dikin û dibêjin; zarokê xwe hînî zimanê kurdî bikin. Em dîsa weke HUDA PARê bangî mamosteyên, midûrên xwe yê mekteban dikin; heta 17ê SIbatê zimanê kurdî di mekteban de bidin hilbijartin."
“Ji bo ku zimanê dayika me winda nebe divê em zimanê xwe hilbijêrin”
Serokê Teşkîlata Şaxên Ciwanan a HUDA PARê ya Qoserê Wehdeddîn Akman jî wisa got:
“Wek Teşkîlata Şaxên Ciwanan a HUDA PARê em ji bo zimanê kurdî yê bijarte derketin qadan. Ji bo hilbijartina zimanê kurdî wek dersa hilbijartî em li qadan bûn. Me broşur li esnafên xwe belav kirin ku hişyarî û hestiyariyê bikin. Em bang li mamoste û dê û bavan dikin ku bi taybetî ji bo xwendekarên amadeyî dersa kurdî ya hilbijartî hilbijêrin. Werin em zimanê xwe yê dayikî biparêzin. Pêvajo heta 17ê Sibatê berdewam dike. Zimanê me yê dayikî Kurdî ye. Ji bo ku zimanê dayika me winda nebe divê em zimanê xwe hilbijêrin. Şîreta me bi taybetî ji dê û bavan re ew e ku her kes destê zarokê xwe bigire û dersa bijarte ya Kurdî hilbijêre.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betlaneya mektebê ya 9 rojî qediya. 20 milyon xwendekar piştî tatîlê îro dest bi mektebê kirin.
Rûniştina KPSS Pêşlîsans a ku ji teref Navenda Bicîkirin, Bijartin û Pîvandinê ve hat tertîpkirin xelas bû.
Hat ragihandin encamên bicîkirinên yên YKSyê hatin daxuyandin.
Îmtîhana Hilbijartina Personelên Kamûyê ew ê îro bi rûniştinên Çanda Giştî û Qabilîyeta Giştî û bi zanistên perwerdehîyê dest pê bike.