HUDA PARê çû şîna qurbanîyên li Qocaelîyê
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdullah Aslan, çû şîna mirovên ku li Qocaelîyê di teqîna febrîqeyê de canê xwe ji dest dabûn.
Serokê Bajarê Qocaelîyê yê HUDA PARê Alî Çîftçîoglu jî bi tevî Aslan re bû û ji xizmên qurbanîyan re sersaxîyên xwe pêşkêşî kirin.
Aslan li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û got, “Em bi tevî Serokê Bajarê Qocaelîyê yê partîya xwe çîn şîna welatîyên me yên ku li Dîlovasîyê di encama felaketekî de canê xwe ji dest dabûn û malbatên wan zîyaret kir. Êşa ku hatîye jîyandin gelek giran e… dayîkek heye ku ji bo sê zarokên xwe micadeleya jîyanê daye, keçeka me ya 16 salî hebûye ku ji bo bavê xwe yê qansêr micadele daye, gelek micadele û jiyan…. Hemî van micadeleyan di nav febrîqeyekî parfûmê de ji ber îxmalan dawî bûn. Ew ê gelo kî hesabê vê îxmal û şert mercên kar bide? Cansu Esatoglu (16), Nisa Taşdemir (17), Tugba Taşdemir (18), Şengul Yilmaz (55), Hanim Gulek (65) û Esma Dikan (65)… hemî canekî, hêvîyekî, û siberojekî bûn… niha jî li paş wan bêdengîyek ku dilê mirovan dişewitîne maye…”
Aslan herî dawîn got ku divê ev îxmal were lêkolînkirin û yên ku mesulin jî li ber edaletê hesabê bidin. Dûre ji malbatan re sersaxî hatin pêşkêşîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya Qonye û Enqereyê qezaya trafîkê pêk hat, di encamê de 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Li Hetayê qamyonek ji kontrolê derket û li şeş wesayîtên ku li çiraya sor sekinîbûn qelibî. Di qezayê de çar kes birîndar bûn.
Agirê ku li Zeviyên Nehil ên Geverê, ku wekî bihuşta çûkan tê zanîn, derketibû, li qadeke fireh belav bûbû.