HUDA PARê derheqê "1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê" de peyamek belav kir

HUDA PAR bi minasebeta "1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê" peyamek weşand. Di peyamê de ehemmîyeta kedê û pêwîstiya temînkirina edaleta civakî hate destnîşankirin.
Di daxuyaniyek nivîskî ya Navenda Giştî ya HUDA PARê de weha hat gotin, "Hêmana herî bingehîn a çalakiya hilberînê ked e. Divê nirxa xwêdanê were naskirin û mafên karkeran berî ku xwêdana wan zuwa bibe divê bi tevahî werin dayîn."
Di daxuyaniyê de, qala enflasyonê hat kirin û hat îfadekirin ku divê karker li hember enflasyonê neyê eciqandin.
"Em hêvî dikin ku ev yek dê bibe sedema rojên bextewar û aram ku tê de edaleteke civakî were damezrandin"
Di dawîya daxuyanîyê de weha hat îfadekirin: "Bi vê wesîleyê, em hêvî dikin ku 'Roja Ked û Hevgirtinê ya 1ê Gulanê' bibe sedema rojên bextewar û aram ku ked li şûna daxwazên sermayeyê were xelatkirin, li şûna mûçeya herî kêm standardên jiyanê yên mirovî wekî bingeh werin girtin û li şûna neheqiya mûçeya kedê ya ferzkirî edaleta civakî were sazkirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di rûniştina 3yemîn a ku 6 jê girtî 15 sûcdarên ku bi cînayeta Narîn Guran ku li Dîyarbekirê hat kuştin re têkilî ne de dadgeh birayar da ku dozê ji 30yê Gulanê re taloq avêt.
Li Meletîyê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu got, “Niha pêvajoyekî ku dimeşe heye; hedefa ‘Tirkîyeya Bêteror’ û dîsa bi tevî vêya tehkîmkirina cepheya navîn. Em jî ji bona ku ev hedef bê dîtin û pêk bê, ji bona ku teror, şîddet, pevçûn, xwîn û rondik dawî bibin wek HUDA PARê çi ji destê me were emê wê micadeleyê nîşan bidin.”
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, hişyarî da welatîyan ku bila ji toz û bahoza ku tê texmînkirin li bakur tesîrdar bibe haydar bin.