Ji bûk û zavayê nû mînakek xweş: Wan zêrên xwe yên dawetê bexşandin Xezzeyê

Bûk û zavayê nû yên ku li hember trajediya mirovî ya li Xezzeyê bêxem neman, zêrên xwe yên dawetê radestî Weqfa Êtîman kirin da ku li ser êtîman û zilmxwarên li Xezzeyê werin belavkirin.
Zava Kaplan, ji ber ku li hember komkujî û wêrankirina li Xezzeyê bêdeng nemînin, gaveke watedar avêtin. Zewaca nû zêrên xwe yên dawetê bexşandin Weqfa Êtîman da ku li ser sêwiyên li Xezzeyê werin belavkirin.
Orhan Kaplanê ku diyar kir ku wî û jina wî biryar dane ku zêrên daweta xwe bi rêya Weqfa Êtîman bişînin Xezzeyê, got ku armanca wan ew e ku her çend hindik be jî bi vî rengî piştgirî bidin Xezzeyê,.
"Me armanc kir ku her çend hindik be jî em piştgirîya sêwîyên li Xezzeyê bikin"
Orhan Kaplan diyar kir ku zilm û zordariya li Xezzeyê ne tenê bi du salên dawî ve sînordar e û got:
“Ev demek dirêj e li Xezzeyê komkujî pêk tên. Her çend pir caran tê gotin ku komkujiyek du salî ye jî, îşxalkerên hov demek pir dirêj e ku Xezzeyê zilm dikin. Em ji van komkujiyan ne xerîb in. Heta dema ku em biçûk bûn jî, malbata me ji me re qala zilma siyonîst dikir. Di du salên dawî de, Xezzeyê wêraniyeke hîn wêrankertir dîtiye. Her çend şerê li Xezzeyê niha rawestiyabe jî, wêraniya ku di du salên dawî de li wir hatiye kirin eşkere ye. Sê roj berê, ez jî zewicîm. Min û jina min biryarek hevbeş da ku em zêrên daweta xwe bînin û bi rêya Weqfa Êtîman bişînin Xezzeyê. Bi vî rengî, me zêrên xwe bexş kirin da ku alîkariya sêwîyên li Xezzeyê bikin, her çend tenê mîqdarek hindik be jî.”
Kaplan axavtina xwe weha dawî kir, "Em cotek nû zewicî ne. Dema ku min û jina min biryar da, ev ji hêla darayî ve herî zêde tiştê ku me dikarîbû bikin bû. Her çend em carinan bi çavkaniyên xwe alîkariyê dikin jî, em dizanin ku ew ê têrê neke. Ya girîng ew e ku welat û serokên dewletan li hember vê mijarê hesas bin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Yek ji serokên HAMASê Sami Ebû Zuhrî beşdarî bernameyeke ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember ve li navçeya Qosera Mêrdînê hate lidarxistin bû û got, "Em vê peymanê wekî rawestgehekê dibînin. Em ê micadeleya xwe heta ku Quds azad bibe bidomînin."
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PAR Şahzade Demîr, ji bona ku beşdarî festîwala bi navê “Tehma ku Ji Tujîtîyê Tê” bibe çû Kîlîsê.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Encax hilberîner, destnîşan kirin ji ber ku îsal şilî pir tinebû û ziwahîya demsalê hebû di randimanê de kêmbûneke ciddî heye.