Ji ber ber û cemedê li gelek bajaran ji perwerdehîyê re navber hat dayîn

Ji ber berf û cemeda ku li gelek bajarên Tirkîyeyê tesîra xwe zêde kirîye li hinek bajar û navçeyan ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Ji teref walîtî û qeymeqamtîyan ve hatin daxuyandin ku li bajar û navçeyan perwerdehî ji bo rojekî hatine rawestandin.
Walîtîyên Sêrt, Semsûn, Gîresûn, Zonguldax, Bartin, Sînop, Ordû, Rîze, Trabzon, Artvîn û Amasyayê daxuyandin ku ji ber berfa ku tesîra xwe hêj zêde dike di 24ê Sibatê roja Duşemê de ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn.
Qeymeqamtîyên navçeya Înebolûya Qastamonû, Kanî Reşa Çewlig, Eflana Karabûk û Torula Gîresûnê jî daxuyandin ku ji ber şert û mercên rewşa xerab a hewayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarên bakur piştî barîna berfê hewaya qeşayê bandoreke xerab li jiyanê dike. Li gor daneyên meteorolojiyê bi şev germahiya hewayê dakete binê sifirê 32 pileyê.
Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk, destnîşan kir ên ku di rêya Xwedê de şehîd bûne tu dem mexlûb nebûne, “Di dînekî ewakî de tu dem mexlûbîyetî çênabe. Em, li xalîbîyet û mexlûbîyetê re weka ku kufir an jî weka dinyaperestan lê dinêrin nanêrin û em nikarin wisa lê binêrin. Nerîna me ewakî ye.”
Mela Xiyaseddîn Barlak berî vê 31 salan ji teref îtîrafkarên ku dewleta kûr wan ji girtîgehê derxistibû ve li Tatwana Bidlîsê hatibû qetilkirin ku îro di salvegera şehadeta xwe de bi rehmet hat yadkirin.
Li navçeya Xelîlîya Rihayê sê wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.