Ji bo bernameya "Stêrkên ku Rêya Me Ronî Dikin" li Dîyarbekirê bang hat kirin
Bi minasebeta meha Mijdarê ku meha eshabîyan e, Weqfa Evîndarên Pêxember roja Yekşemê li Mizgefta Kurşunlu ya li Dîyarbekirê du bernameyên cuda ji bo mêr û jinan li dar dixe.
Bi minasebeta îlankirina meha Mijdarê wekî meha eshabîyan ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve, wekî her sal, îsal jî bernameyeke eshabiyan bi mijara "Stêrkên ku Rêya Me Ronî Dikin" tê organîzekirin.
Bernameya ku her sal bi mijara "Stêrkên ku Rêya Me Ronî Dikin" li ser eshabekî disekine, dê jiyana Musab bin Umeyr û Nesîbe Xatûn, du ji hevalên herî mînak ji bo ciwanan, bihewîne.
Roja Yekşemê, bernameyeke jinan a bi navê Nesibe Xatûn dê saet 13:00an de li Mizgefta Kurşunlu ya li navçeya navendî ya Surê were lidarxistin, bernameya mêran a bi navê Musab bin Umeyr jî dê saet 19:00an de li heman cihî were lidarxistin.
Endamê Lijneya Rêvebir a Weqfa Evîndarên Pêxember Omer Çelik, derbarê bernameyên ku dê werin lidarxistin de daxuyaniyek da û girîngiya taybetî ya hilbijartina van her du kesayetan di nav hevalên Pêxember de destnîşan kir û hemû xelkê Dîyarbekirê dawetî bernameyê kir.
Çelîk got, "Wekî ku tê zanîn, Weqfa Evîndarên Pêxember meha Mijdarê wekî meha Eshabîyan îlan kiriye û her sal di vê mehê de, em jiyan û têkoşîna eshabiyan ku rêya me ronî dikin, bi gelê xwe didin naskirin."
"Em hemû evîndarên hevalên xwe, jin û mêr, dawetî bernameyê dikin"
Çelik her wiha ji bo bernameyên îsal behsa armanca hilbijartina Musab bin Umeyr û Nesibe Xatûn kir û got:
“Di vê serdema ku em tê de dijîn de, bi taybetî di nav ciwanên me û di nav hemû mirovan de, fesadîyek bi rastî jî cîddî, dûrketina ji dîn û sekulerbûn heye. Em bawer dikin ku yekane rêya xilasbûna ji vê dinya û fesadê şopandina rê û mînaka Pêxemberê me Hezretî Muhammed (silavên Xwedê li ser bin) û hevalên wî yên pîroz e. Di vê çarçoveyê de, roja Yekşemê li Mizgefta Kurşunlu, saet 13:00an de, ew ê bernameyek ji bo jinan were lidarxistin ku jiyana Nesîbe Xatûn (Xuda jê razî be) were qalkirin, û saet 19:00an de jî ew ê bernameyek ji bo mêran were lidarxistin ku jiyana Musab bin Umeyr (Xuda jê razî be) were qalkirin.”
Çelîk di berdewama axaftina xwe de hemû xelkê Dîyarbekirê dawerî bernameyê kir û got, "Em jiyana eshabiyan parve dikin ku dikarin ji bo hem ciwanên me û hem jî jinên me bibin mînakên herî baş. Musab ibn Umeyr, ku di temenê xwe yê ciwan de bawer kir û di temenê xwe yê ciwan de ji bo vê dozê şehîd bû. Tekane rêya derketina ji depresyon û hilweşîna ku ciwanên me îro tê de ne, şopandina jiyana eshabiyan û şopandina şopa wan e. Ji ber vê yekê, em hemû ciwan û evîndarên xwe yên Evîndarên Pêxember in dawetî bernameya ku em ê li Mizgefta Kurşunlu li dar bixin dikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Yeşilyurtê ya navendî, di qezaya trafîkê ya ku du wesayît tê de bûn de çar kes birîndar bûn.
Li navçeya Qosera Mêrdînê di encama êrîşeke çekdarî ya li ser wesayîtekî de, 2 kes birîndar bûn, hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di encama operasyona ekîbên cendermeyê li Colemêrg û Agirîyê de ji 1 tonî zêdetir maddeyên hişber hatin bidestxistin.