Kebapfiroşên ku endamên Karwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman a Entabê ne, li Mereşa ku navenda erdhejan e ji bo erdhejzedeyan li ber aşxaneyên ku ji teref 4 komeleyan ve hatibûn avakirin manqel danîn û kebap îkramî erdhejzedeyan kirin
Erdehejên ku navenda wan Mereş bû, bûn sedema gelek xisarîya. Li van herêman kebapfiroşên ku li Entabê endamên Karwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman e hatin Mereşa ku xisarek mezin û bi hezaran mirî hebûn û ji bi hezaran erhejzedeyan re kebap îkram kirin.
Kebapfiroşên ji Entabê hatibûn li ber aşxaneyên ku ji teref Karwana Hêvîyê, IHO-EBRAR, Avrupa Yetîm Elî û Weqfa Yetîman ve hatibûn avakirin kebap îkramî erdhejzedeyan kirin û erdhejzede ji 4 komele û weqifên alîkarîyê re teşekkur kirin.
Hebîp Akdenîzê ku li ser navê kebaşfiroşan di daxuyanîya ku da de dîyar kir ku “Di erdhejên 6ê Sibatê li Mereşê pêk hat de me berê birînê xwe paşê jî cîhên ku hilweşîna herî mezin lê çêbûbû derman kir. Îjar jî em hatin birînê xuşk û birayên xwe derman bikin.
Akdenîz di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ew dixwazin erdhejzede bi taybetî jî zarok kêfxweş bibin û wiha peyva xwe domand: “Îro me wek Karwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman a Entabê ji 2 hezar û 500 kesî re kebap îkram kir. Berî vêya zarokek erdhejzede hatibû aşxaneya me û wiha gotibû ‘em her roj eynî şîvê dixwin’ me jî xwe ji gotina wî re kerr nekir û me xwest ku em kebapê çêbikin. Em ji bazirganê xwe re û ji Karwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman a Entabê re pir teşekkur dikin.“ (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Hasan Kiliçê ku roja duşemê koçî axîretê kiribû beşdarî şîna Cemaeta Îsmaîlaxa bû.
Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehiyê, li ser mijara tayina mamosteyan de daxuyaniyek belav kir.
Saziya Polîtîkayên Perayê ya Bankeya Navendî ya Komareya Tirkîyeyê, qerar da ku faîza polîtîkayê li ser sedî 50 berdewam bimîne.
Di qezaya ku şeva borî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qewimî de, di encama qezaya ku otomobîl û motorsîkletek li hev qelibîn de 2 kes birîndar bûn. Dema qezayê ji kamerayên ewlehiyê hat kişandin.