Ji HUDA PARê peyama Cejna Qurbanê: Cejn demên ku biratî û parvekirin digihîjin lûtkeyê ne

Navenda Giştî ya HUDA PARê di peyama ku weşand de Cejna Qurbanê li alema Îslamê pîroz kir. Di peyamê de hat destnîşankirin ku eyd demên pîroz in ku biratiyê xurt dikin û bal kişandin ser êşên ku li erdnîgariya Ummetê têne jiyîn.
HUDA PAR di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de diyar kir ku cejn demên pîroz in ku pirên biratiyê lê têne avakirin û dil li hev dicivin.
HUDA PARê bal kişand ku Cejna Qurbanê navê fedakarî, teslîmbûn û parvekirinê ye û bi bîr xist, "Teslîmiyeta bê şert û merc a Hezretî Îbrahîm ji Rebbê xwe re, wefadarî û baweriya Hezretî Îsmaîl rêberên me ne."
HUDA PARê destnîşan kir ku cejn ne tenê qurbanîkirina heywanan e û wiha got: "Ev mîrasa pîroz ne tenê qurbanîkirina heywanan e, lê di heman demê de fedakirina di rêya Xwedê de ego, xweperestî û şehwetên dinyewî jî hînê me dike. Bi minasebeta vê cejna pîroz, em Cejna Qurbanê li miletê xwe yê ezîz û alema Îslamê pîroz dikin."
"Em di dilê ummetê de bi êşeke kûr dikevin vê Cejnê"
Di peyama cejnê de bal hat kişandin ser zilma ku li gelek deverên erdnîgariya Îslamê, bi taybetî li Filistînê, tê jiyîn û ev tişt hatin gotin: "Mixabin, em di dilê ummetê de bi êşeke kûr dikevin vê cejnê. Xûşk û birayên me yên Xezzeyê di nav îşxal, zilm û dorpêçeke nemirovane de ku ji sedsalekê zêdetir e berdewam dike, bi birçîbûn, bombe û ambargoyan re rû bi rû dimînin. Em nikarin behsa qurbaniyên ku îro li Xezzeyê hatine kirin bikin, em bi matmayîbûnê temaşe dikin ku her cûre nirxên mirovî ji bo berjewendiyên sîyonîst têne qurbanîkirin."
"Misilman ji her demê bêtir pêwîstiya wan bi yekîtîyê heye"
HUDA PAR bal kişand ser pêwîstiya yekîtî û hevgirtinê ya ummetê û got: "Xwîna ku li Filistîn, Tirkistana Rojhilat, Yemen, Arakan, Sûdan û gelek herêmên din ên bindest tê rijandin, pêwîstiya yekîtî û hevgirtinê ya Misilmanan nîşan dide. Wezîfeya me ew e ku em vê qîrînê bibihîzin û exlaqê biratiyê bi hestek berpirsiyariyê ji nû ve ava bikin."
"Qurban, nûkirina hişmendiya me ya ji bo Ummetê ye"
HUDA PARê di peyama xwe de weha got:
"Qurban ne tenê fedekarîyeke maddî ye; ew di heman demê de nûkirina biratiya me, hişmendiya me ya Ummetê û helwesta me ya exlaqî ye. Werin em ji bîr nekin ku: 'Qêrîna kesekî bindest hezar zaliman dihejîne.' Kabûsa zaliman yekîtiya Ummetê ye!
Bi vê minasebetê, em careke din Cejna Qurbanê li hemû miletê xwe pîroz dikin; em ji Xwedê daxwaz dikin ku ev cejn ji bo hemû herêmên bindest, bi taybetî jî ji bo Xezzeyê, aştî, hizûr û rizgariyê bîne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HUDA PARê, di salvegera teşebûsa derbeya xaîn a 15ê Tîrmehê de peyameke biniviskî belav kir.
Selayên ku bo 9 sal berê di dema teşebûsa derbeya ku ji teref FETOyê ve hatibû lidarxistin de hatibû xwendin û ji gel re bûbû moralek, di seat 00.13an de li giştîyê Tirkîyeyê di 90 hezar camîyan de di heman demê de hat xwendin.
Agirê ku li qadeke daristanî ya di navbera navçeya Dursunbey a Balikesirê û navçeya Buyukorhan a Bûrsayê de derketibû, belav bûbû û gundan tehdîd dikir. Taxên Bayiryuzuguney û Adaoren wek tedbîr hatin valakirin û du şikdar jî hatin binçavkirin.
Ew ê nav herêma Behra Spî, Anadolîya Navîn û Bakur germahî wê li ser pileya demsalê be.