Ji Platforma Biratîya Îslamî ya Çewligê banga betal kirina festîval û konseran

Platforma Biratîya Îslamî ya Çewligê ji bo betal kirina festîval, konser û hin çalakîyên ku wê ji teref Wezareta Turîzm û Kultirê ve di bin kontrola Walîtî û Şaredarîya Çewligê di navbeyna 19-25ê Îlonê bê kirin, bangê kir.
Di daxuyaniya ku ji teref platformê ve hat kirinde hat gotin ku, çalakiyên kêf û şahîyê yê ku di serdemekê wiha ya qetlîamên li Xezzeyê tê kirin de tê xwestin bê kirin, him ji aliyê wijdanî, him însanî û him jî Îslamî ve ne rast e.
Di daxuyina ku hat dayîn de bi ayeta “Mumin encex birayê hev in.” (Hucûrat, 49/10) û hedîsa Pêxember eleyhîsselam a, “Misilman weke beşên bedenekê ne; dema ku perçeyekî bedenî êşê bikişîne, perçeyê din jî dibin hevparê vê êşê.” (Buhâri, Edeb 27; Müslim, Birr 66) Hat bibîr anîn ku divê Misilman êşên hev dû par ve bikin û hîs bikin.
Her wiha di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
“Çalakiyên kêf û şahîyê yê ku di serdemekê wiha ya li Xezzeyê qetlîamên, birçîbûn, zilm û bomberana tê kirin de tê xwestin bê kirin, him ji aliyê wijdanî, him însanî û him jî Îslamî ve ne rast e. Li Çewliga ku yek ji bajarên herî muhafezekar ê Anadoluyê ye, hissîyata civakê ta Xezzeyê gelek bilind e. Kesên ku van tiştan plan dikin, divê hişmendîya gel a bawerî û nirxan hindik nebînin û li ber çavan bigirin.
Di demek wisa de organîzekirina çalakiyên wekî konser û festîvalan wê zirarê bide hesta me ya civakî û xwêyê li birînên birayên me yên bindest birijîne. Ji ber vê yekê, em bang li Walîtiya û Şaredariya Çewligê û saziyên têkildar dikin ku van çalakiyan betal bikin û li şûna wê bernameyên alîkarî, dua û hevgirtinê yên ku hestên birayên me yên bindest nîşan didin û heta piçek piştgirî jî pêşkêşî wan dikin, organîze bikin. Ev yek wê kiryarek bi rûmettir be ku hem wijdanê miletê me û hem jî nasnameya Îslamî û dilovaniya Çewligê nîşan bide û wê gavek be ku li gorî ruh û hestên vê axê be. Em ji Xwedê lava dikin ku ew ji bo gelê mezlûm ê Xezzeyê serketinê û ji bo Umeta Muhemmed yekîtî û aştiyê bide. Ev yek bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betalkirina xizmetên otobusên dibistanê yê li meheleya Qirxalî (Yolboyu Pirinçlik) ya navçeya Kayapinar a Diyarbekirê, bi sedan xwendekar di tengasiyê de hiştine. Dê û bavan bang li rayedaran kirin û gotin, "Zarokên me kîlometreyan dimeşin, bi trafîkê û êrîşên kûçikan re rû bi rû ne."
Faruk Dinçê Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê, di daxuyaniya ku li Meclîsê belav kir de ragihand ku, divê temamê welatên dinyayê helwesteke eşkere diyar bikin û beyanatê bidin da ku wê Fîloya Sumudê biparêzin.
Mehmet Beşîr Şîmşekê Alîkarê Sarokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê yê ku beşdarî civîna 11. a Komîsyona “Tirkîyeya Bêteror” a Meclîsê bû, derheqê devavêtîna dema parvekirina xetayên û tespîtên berê yên pêvajoyê de daxuyanî da.