Ji Tirkîye, Îran û Efxenistanê projeyek hevpar a rêya hesin
Hat îfadekirin ku di navbera Tirkîye, Îran û Efxenistanê de zaptekî mitebeqet a hevkarîyê hatîye îmzekirin.
Hat destnîşankirin ku peymana hevkarîyê ji teref Serokê Sazîya Bireveberîyê û Midûrê Giştî yê Rêyên Hesin ê Dewletê ya Komarîya Tirkîyeyê Veysî Kurt, Midûrê Giştî yê Rêyên Hesin û Alîkarê Wezîrê Bajartî û Rê yê Îranê Cebbar Alî Zakîrî û Serokê Îdareya Rêyên Efxenistanê Muhammed Îshaq Sahîbzade ve hat îmzekirin.
Armanca zapta mitebeqetê
Armanc ew e ku hevkariya di navbera her sê welatan de were xurtkirin, karîgeriya xetên trênê yên heyî û binesaziya wan were zêdekirin, pêvajoyên derbasbûna sînoran werin hêsankirin, kapasîteya veguhastinê were zêdekirin, beşdarî lihevhatina herêmî bibe û korîdorek trênê ya domdar were afirandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encamnameya “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” ku ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve hat belavkirin de bal hat kişandin; divê meseleya Kurd ji nerîna bes ewlehîyê were derxistin, çareserîya meseleyê bes ne tenê aştîya hindir; lê belê ji nû ve avakirina şiûra ummet û îstîqrara herêmî re jî mifteyek e.
Parlamenterê HUDA PARÊ Serkan Ramanli, di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de axivî û got, “Em ê bibine şirîk desthilatdarîyê ku em karibin desthilatdarîyê de bibine şirîk, em ê bighîjîne heq û mafê xwe jî. Rê bellî ye. Rê rêya sîyasetê, rêya meşrû û rêya sîvîl e.”
Dr. Sirri Şik, Muftiyê Wanê di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de got, "Dema ku mirovahî an jî Ummet li dû pirsgirêkên xwe ye, divê em ji bîr nekin ku Îslam, di heman demê de ku em hewl didin ku di warê nirxên mirovî an jî nirxên Ummetê de bigihîjin astek diyarkirî ya hevgirtinê, bi destûra Xwedê, tu kesî ji me neçarî bêçaretîyê nake."
Prof. Dr. Abdulhadi Timurtaş, Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yıl, di “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd" de got, "Zimanê Kurdî gihîştiye astek ku amade ye û dikare bibe zimanê pergalek perwerdehiyê ya berfireh."