Ji Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Sersala Hicrî

Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta Sersala Hicrî peyamek parve kir û diyar kir ku hîcret di doza Îslamê de merhaleyek e û tekez kir ku divê biratiya Îslamî ji nû ve were sazkirin heta ku erdnîgariya Îslamî ya îşxalkirî azadiya xwe bi dest bixe.
Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta Hîcreta Pêxember Hezretî Muhammed selat û selam li ser wî be ji Mekkeyê bo Medîneyê û destpêka meha Muherremê, Sersala Hîcrî peyamek weşand.
Peyam, ji teref Endamê Lijneya Weqfa Evîndarên Pêxember Yakup Kaya ve hate xwendin.
Kaya bi dua û silavan dest bi peyama xwe kir û ayeta "Ewên ku hîcret kirin, ji malên xwe hatin derxistin, di rêya min de hatin îşkencekirin, şer kirin û hatin kuştin. Bê guman ez ê gunehên wan bibaxşînim û wan bixim nav baxçeyên ku çem di bin wan de diherikin. Û xelata herî baş bi Xwedê re ye" xwend û dû re bal kişand ser girîngiya hîcretê.
"Hîcret merhaleyeke pêxemberî ye, ji bo vegera xwezayê ye bangek e, biratiyek e"
Kaya, bi tekez kir ku hîcret ne revînek e, lê di doza Îslamê de merhaleyek û pêlekî pêxemberî ye û got, "Hîcret tê maneya çûna ji cihekî ku lê ne mimkun e ku Îslam were jiyîn ber bi cihekî ku lê mimkun e ku Îslam were jiyîn. Hîcret dilsoziya balyozên qenciyê ji bo mirovahiyê ye, ku bi prensîba qenciyê dikin bêyî ku li benda tiştekî bin, ji bo rizgariya mirovahiyê her bedelê digirin."
Kaya got, "Hîcret bangek e ji bo vegera xwezaya mirovahiyê. Ji ber ku berî hatina Îslamê, zilm û neheqî di lûtkeya xwe de bûn. Îslama ku di dilan de bi cih bû, bi pêşkêşkirina rêbazek rêveberiyê ku bi edaletê tevdigeriya, vê serdema zilmê ku mirovahiyê di hestiyên xwe de hîs dikir bi dawî kir. Hîcret biratî ye. Misilmanek birayê misilmanek din e. Biratiyek wisa ku mirovên ku berê qet hevdu nas nedikirin, bi biratiya Îslamê jiyanek nû dîtin."
Kaya diyar kir ku hemû civak girîngtirîn bûyera dîroka xwe wekî destpêka salnameyên xwe qebûl dikin û bûyera Hîcretê, dema ku encamên wê têne nirxandin, ji ber ku di cîhana Îslamê de cihekî girîng digire wekî destpêka salnameyê tê qebûlkirin. Wî bal kişand ser zilm û zordariya ku li erdnîgariyên Îslamî, bi taybetî li Xezzeyê tê jiyîn û tekez kir ku divê biratiya Îslamî ji nû ve were sazkirin.
"Divê em biratiya Îslamî ji nû ve ava bikin heta ku erdnîgariya Îslamî azadiya xwe bi dest bixe"
Kaya got, "Wekî Misilmanên îro, divê em hişmendiya xwe ya dîrokî ya ku ji me hatiye standin vegerînin û salnameya Hicrî di jiyana xwe de bêtir eşkere bikin." û weha berdewam kir: "Ji bona ku erdnîgariya Îslamî ya ku di xwîn û hêstiran de xeniqî, ji ber pevçûnan lawaz bû û di bin îşxalê de bû, azadiya xwe bi dest bixe, ji ber pirsgirêkên hêsan nekevin nav pevçûnên dîrokî divê em Quran û Sunnetê qebûl bikin, hewl bidin ku wan fêm bikin û bijîn."
Kaya got, "Bi vê minasebetê, wekî Weqfa Evîndarên Pêxember, em bi dil û can hêvî dikin ku Sersala Hicrî ji bo kesên ku ji bo serdestiya Îslamê dixebitin bereket û berxwedanê bîne; di navbera Misilmanan de ew ê bibe wesîleya yekîtî, biratî û şiyarbûnê; û ji bo birayên me yên Misilman ên li hemû welatên Îslamê, bi taybetî jî li Xezzeyê, ku di bin zilmê de êş dikişînin, mizgîniya xilasî û serfiraziyê bîne." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Halef Yilmaz, destnîşan kir ku di dawîya herba Îran û rejima îşxalker de rejima îşxalker tu qezencekî leşkerî bidestnexist; lê Îranê gelek qezencan bidestxistîye.
Li Sêwasê wesayîtek û panelvanek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, heşt kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Yenîşehîr a Dîyarbekirê, 2 karker dema ku li ser şantiyeyeke 5 qatî dixebitîyan, hevsengiya xwe winda kirin û ji qata dawî ketin xwarê. Ji 2 karkeran yek li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.