Ji Yapicioglu peyama Şeva Mewlûdê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, daxwaz kir ku bila salvegera hatina dinyayê a Hezretî Pêxember (selat û selam li ser wî be) ji jîyankirin û fêhmkirina sinnet û peyama wî re bibe wesîle.
Yapicioglu, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî bi minasebeta Şeva Mewlûdê peyamek belav kir.
Yapicioglu di serê Peyama xwe de bi ayeta (Muhammed, 47/32) ku dibêje “Bêguman ew ên ku bawerî neanîne û wan riya Xwedê li ber xelkê girtiye û piştî ku hîdayet ji wan re diyar bûye, wan dijraberiya pêxember kiriye, ew ê tu zerarekê negihînin Xwedê. Hal ev e ku Xwedê dê kirinên wan pûç bike.” Destpêkir.
Yapicioglu ji peyama xwe re weha berdewam kir:
“Bila salvegera wîladeta Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) yê ku ji bo aleman re bi rehmet hatîye şîyandin ji fêhmkirin û jîyankirina sinet û peyama wî re bibe wesîle. Selat û Selam li ser wî Nebîyê be… Xwezî bi wan kesên ku di rêya wî de dimeşin, ji wan kesên ku li ser îman û îstîqametê ne re…” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanî da, Ramanli derheqê kêmbûna pileya zarokên ku têne dinyaya, tedawîya ji bo çêkirina zarokan û rejima îşxalker de agahîyan da.
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Li Kanî Reşa Çewligê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, dê sibe Tirkîyeyê zîyaret bike.