Kabîne îro bi rojevên giran divice
Kabîneya Serokkomarîyê, îro di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de li Beştepeyê dicive. Ew ê di rojevê de qezaya balafirê, “Tirkîyeya Bêteror” û Xezze hebe.
Tê texmînkirin ku ew ê rojeva ewil a kabîneyê qezaya balafirê ku li Grurcistanê qeza kiribû û ketibû xwarê be. Û Wezîrê Parastina Netewî Yaşar Guler jî derheqê meseleyê de delîlên ku hatine komkirin di civînê de pêşkêşî bike.
Hedefa “Tirkîyeya Bêteror” a ku bi vekişîna PKKê ji Tirkîyeyê hatibû destpêkirin jî di rojeva kabîneyê de be. Wê rewşa dawîn a sehayê, raporên îstîxbarî û operasyonên derveyê sînor ji nû ve werin nirxandin.
Xeyn ji vana ew ê derheqê meseleya Sûrîyeyê de rewşa QSD û pêvajoya Enqereyê bi Sûrîyeyê re dimeşîne jî werin bidestxistin.
Hat îfadekirin ku rewşa dawîn a li Xezzeyê jî di civînê de were rojevê.
Zîyareta Emrîkayê ya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî di civînê de were bidestxistin û civîna ku li Emrîkayê wek Tirkîye-Emrîka-Sûrîye hatîye lidarxistin jî were axavtin.
Tê hêvîkirin ku ew ê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî civînê nirxandinan bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çiyayê Dome yê li navçeya Mirûna Meletiyê li bilindahiya nêzîkî 2 hezar û 150 metreyan e, ji ber berfa zêde spî bû.
Betlaneya ewil a navberê ya sala akademîk a 2025-2026an doh bi dawî bû. Piştî betlaneya neh rojan, nêzîkî 18 milyon xwendekar îro vegerîyan dibistanan.
Saziya Alîkariyê ya Navneteweyî IHO EBRAR, di çarçoveya "Projeya Cilên Zivistanê" de beriya zivistanê alîkariya cil û bergan da zarokên malbatên hewcedar, bi sedan zarokên bê dê û bav û zarokên hewcedar kêfxweş kir.