Karwana Hêvîyê diçe Efxenistanê

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê, ji bo hinek xebatên, vekirina projeyên ku dawî bûne û temel avçtina projeyên nû diçe Efxenistanê.
Weqf, di çarçoveya bernameyê de; ew ê wek projeyên vekirina bîra avê û mizgefta ku dawî bûye, bernameya temel avêtina Camîya Seleheddînî Eyyûbî, projeyên nû yên vekirina bîra avê, xwarin, nan, alîkarîya qirtasîyeyê, belavkirina şîva germ û çêleka bi şîr, jêkirina qurbanên eqîqe û nezirê gelek projeyan çêbikin.
Di zîyareta ku ew ê di navbera 15-22 Îlonê de wê bê kirin de, Serokê Giştî yê Weqfê Cengîz Kurtaran û Sekreterê Giştî Nurullah Gunaydin jî wê biçin.
Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran
Serokê Giştî yê Weqfê Cengîz Kurtaran derheqê xebatê de ji ÎLKHAyê re axivî û weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê daîma li cem birayên xwe yên li Efxenistanê bûn, em bi wan re di nav piştgirîyê de bûn. Em ê alîkarîyên xwe zêde bikin û birînên birayên xwe yên li wê derê derman bikin. Em ê bi îzna Xwedê di 15ê Îlonê de biçin li wê derê, li wê derê 2 camîyan vebikin. Em ê ji bo Camîya Seleheddînî Eyyûbî temelê bavêjin. Van camîyên me ew ê hem cîhê îbadetê be hem jî ew ê wek medreseyê perwerdehîyê bide.”
Kurtaran weha axavtina xwe zêde kir, “Lazimatîya birayên me ji xwarinê re heye. Em ê ji bona projeya qurbanê eqîqe û neziran serjêbikin. Dîsa ji bo debarê projeya çêleka bi şîr belav bikin ku em ê ev projeya xwe li welatên dinê jî belav bikin. Li wê derê bêavî gelek zemhetîyeke ciddî ye. Projeyên me yên bîrê yên ku em ê vebikin û temelên nû bavêjin hene. Em bi îzna Xwedê li hêvîya alîkarîyên xêrxwazên xwe ne.”
Ji bo Mexrîb û Lîbyayê banga alîkarîya lezgîn
Kurtaran di axavtina xwe de ji bo Lîbyaya ku lehî li wê derê pêk hat û ji bo Mexrîba ku erdhej li wê derê pêk hat jî banga alîkarîyê kir û weha got, “Me bernameya xwe ya Efxenistanê ji berê ve kiribû. Lê niha du welatên ku lazimatîya wan ya acîl heye hene, ji wan yek Mexrîb e ku li wê derê erdhejek pêk hat, yê dinê jî Lîbya ye ku li wê derê jî felaketeke lehîyê rûda. Ew ê birayên me biçin wan deran û dest bi xebatan bikin. Bi taybetî ew ê xebatên ewil a lezgîn wek xwarina germ, av û nan wê bê kirin. Li Lîbyayê jî gelek birayê me canê xwe ji dest dan û gelek însan jî winda ne. Me ji bona li wê derê jî banga alîkarîya lezgîn kirîye. Em wek Karwana Hêvîyê ji bona ku birînên li wê derê bên dermankirin çi ji destê me were em ê bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember bertek nîşanî êrîşa hovane ya kovara qaşo Leman a li ser Pêxemberê me da û bal kişand ku ev êrîş bi taybetî li dijî alema Îslamê ya 2 milyar kesî û bi giştî li dijî hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn hatiye kirin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya çapemenîyê ku li Meclîsê li dar xist de, ji karîkatura alçax a kovara Lemanê re bertek nîşan da. Dînç, bang kir li hember êrîşên ji nirxên Îslamî re bêdeng nemînin û ji pêşnîyaza wan a ku ji Meclîsê re pêşkêş kiribûn re destekê xwest.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî û destnîşan kir ku divê kovara bi navê “Lemanê” ku Pêxemberê me hedef girtîye bêceza nemîne.
Şewatên daristanan ên ku li navçeyên Çeşme û Odemiş ên Îzmîrê derketin, ji ber bayên bihêz bi lez belav bûn. Sê tax hatin valakirin, û rêya Îzmîr-Çeşme ji ber sedemên ewlehiyê ji trafîkê re hat girtin.