Karwana Hêviyê ji bo Sûdanê daxwaza alîkariya lezgîn dike
Karwana Hêviyê ji ber şerê navxweyî yê berdewam ê ku krîza mirovî gihîştiye lûtkeya zêde, ji bo alîkariyê bangewaziyek lezgîn kir.
Krîza mirovî li Sûdanê ji ber pevçûnên navxweyî yên ku piştî darbeya 2019an dest pê kirin û komkujiyên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) ve, ku ji hêla Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî ve têne piştgirî kirin, di 2023an de pêk anîn, roj bi roj kûrtir dibe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî û rojnamevanên li herêmê dixebitin hatine wergirtin, tê gotin ku di 6 salan de bi mîlyonan mirov neçar mane koç bikin û nêzîkî 200 hezar kes jî hatine kuştin.
Mîna gelek rêxistinên din ên nehikûmî, Karwana Hêvîyê, ku dest bi xebata xwe ya gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê herêmê kiriye, bang li xêrxwazan kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya alîkariyê ya ku wê bi navê "Sûdan Li benda Alîkariya Awarte ye" daye destpêkirin.
Mehmet Nurullah Gunaydin, Sekreterê Giştî yê Karwana Hêviyê, di derbarê mijarê de bi nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û got: "Ji ber şerê navxweyî yê li Sûdanê mirovên pîr, zarok û jin êş dikişînin. Gelek ji van xwişk û birayan neçar in ku koçî welatên sînor bikin. Wekî Karwana Hêvîyê, me destên xwe li hev danîn da ku em ji xwişk û birayên xwe yên li Sûdanê re, bi îzna Xwedê, hinek alîkariyê pêşkêş bikin. Bi îzna Xwedê, di rojên pêş de alîkariya me dê bigihîje. Em di vî warî de ji xêrxwazên xwe jî piştgiriyê dixwazin. Wekî Karwana Hêvîyê, çawa ku me li Xezzeyê li cem xwişk û birayên xwe rawestiya, em ê li Sûdanê jî li cem wan rawestin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li giştîyê welat nêzê 20 milyon xwendekar, ew ê bi zengila dawîn a sibe ji bo 9 rojan bikevin tetîla navberê. Wê ders di 17ê Mijdarê roja Duşemê ji nû ve berdewam bikin.
Emîne Genç a 88 salî ku li navçeya Doganşehir a Meletiyê dijî, di 60 saliya xwe de bi hînbûna Quranê û di 88 saliya xwe de bi hînbûna xwendin û nivîsandinê careke din îspat kir ku biryardarî temen nas nake.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li Kullîyeya Serokkomarîyê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu qebûl kir.