Karwana Hêvîyê li herêma agirêye: Ji bo ekîban xawrinê çêdikin

Karwana Hêvîyê, ji ekîbên ku li herêmên Geyve û Kozan ên Seqaryayê di şewatên daristanan de dixebitin re piştgiriya xwarin û vexwarinê da. Ekîbên ku ji Bûrsayê gihîştin herêma şewatê, ji ekîbên îtfaîye û dildaran re moralê dan.
Karwana Hêvîyê ya Bûrsayê ku xwestin ji ekîban re alîkarîyê bikin, desteka însanî şandin. Ekîbên Karwana Hêvîyê, ji wezîfedarên ku di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin re desteka xwarin û vexwarinê dan.
Piştî xebera şewatê ekîbên Karwana Hêvîyê bi lez û bez dest bi xebatê kirin û berê xwe dan Seqaryayê. Dema ku ekîban gihîştin Geyve û Kozanê ji ekîban re îkraman belav kirin.
Ekîbên ku ji serê sibehê heta êvarê di nav fedekarîyê de xebitîn, bi îkramên Karwana Hêvîyê moralên wan zêde bûn.
Rayedarên Karwana Hêvîyê gotin, “Em li herêmên afetê tenê bi şewatê de micadeleyê nakin, bi rehtbûn û bêavîyê re jî micadele tê dayîn. Em jî di nav van rojên zor û zehmet de xwest ku li cem ekîban bin. Ev ne ku tenê alîkarîyek e, di heman demê de ev bangekî piştgirîyê ye.”
Fealîyetên alîkarîyê, heta ku şewat bi temamî were bin kontrolkirin berdewam bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gundîyên Barê ya Çinara Dîyarbekirê, ji ber ku deynê wan zêde hatîye nivîsandin li ber Midûrtîya Bajar ê Ceryana Dîcleyê civîyan û bertekên xwe nîşan dan.
Li gelek bajarên Tirkîyeyê hewa îsal gellekî germ e. Cizîra Şirnexê jî ji ber germahiyê êdî dikele. Li Cizîra Şirnexê germahî 49 derece ye. Dikandar êdî dikanên xwe digrin. Kolan û cedde tev vala ne.
Li Dîyarbekirê di bîra petrolê de teqîn çêbû. Di encamê de jê 2 giran 7 kes birîndar bûn. Agir hat xistin bin qontrolê.