Karwanê Hêvîyê banga qurbanê kir: Wekîltîyên xwe bi dilrehetî emanetê me bikin

Komeleya Karwana Hêvîyê, bi armanca ku li Êlihê alîkariya 15 hezar malbatên hewcedar bike, beriya Cejna Qurbanê banga alîkarîyê kir. Serokê Komeleyê Nurettin Teymur diyar kir ku bexş dê di şert û mercên herî paqij de werin birîn û ji kesên ku bi rastî hewcedar in re werin şandin.
Ji bo Cejna Qurbanê çend roj maye, Komeleya Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji bona ku ji bi hezaran malbatan re teslîm bike kampanyaya bexşandina heywanên qurbanê da destpêkirin.
Serokê Komeleyê Nurettin Teymur beriya nêzîkbûna Cejna Qurbanê daxuyaniyek da û ragihand ku wan dest bi amadekariyan kirine.
Teymur bi bîr xist ku tenê çend roj ji Cejna Qurbanê re mane û diyar kir ku ew îsal jî bi baldarîyeke mezin bexşên qurbanê yên wekîlan ji bexşvanan qebûl dikin.
"Gel xwedî eleqeyeke mezin e"
Teymur got, "Wekî Karwana Hêviyê li Êlîhê, em berdewam dikin ku rûyê hewcedar, sêwî û kesên mihtacan bişirînin. Em hewl didin ku vê xizmetê bi malbata Karwana Hêvîyê, dilxwaz û xêrxwazên ku ji xêrxwaziyê ber bi xêrxwaziyê ve direvin, heya ku ji destê me tê bigihînin pêş. Karwana Hêvîyê 20 salî ye. Hevwelatiyên me di van 20 salan de ji nêz ve xebata me dişopînin û dilsoziya xwe nîşanî me dane."
"Em ji gelê xwe ji bo mihtacan fedakarîyê dixwazin"
Teymur diyar kir ku li Êlihê 15 hezar malbatên mihtac qeydkirî ne û ew li bendê ne ku di vê cejnê de piştgirî bigihîje zêdetir malbatan. Teymur got, "Tenê du hefte mane heta Cejna Qurbanê. Em qurbanên ku welatî dê bi rêya wekîlan radestî me bikin, dixwazin. Em ê hewl bidin ku van qurbanan bi serjêkirin û pakkirina wan di hawîrdorek herî paqij de bigihînin malbatên hewcedar."
"Em ê goştê qurbanê di xwarina konservekirî de bigihînin Xezzeyê"
Teymur diyar kir ku ew ne tenê li Tirkiyeyê, lê li derveyî welat jî qurbanan li dar dixin û wiha got, "Xebata me ya li derveyî welat berdewam dike. Li Xezeyê qurban tune. Ji ber vê yekê, li gorî peymanên ku me li Misir û Hindistanê çêkirine, em ê goştê hûrkirî yê biraştî û konservekirî çêbikin û radestî xelkê Xezzeyê bikin." Wî her wiha diyar kir ku li welatên wekî Yemen, Efrîqa û Efxenistanê dê rêxistinên qurbanê werin lidarxistin.
"Hûn dikarin bi dilrehetî wekîltîyên xwe emanetê me bikin"
Teymur bang li welatiyên Êlihê kir û got, "Hûn dikarin bi dilrehetî qurbana xwe bidin Karwana Hêviyê. Xerca qurbanê ya ji bo Êlihê 14 hezar TL ye. Ji bo Xezzeyê 10 hezar TL, ji bo Efxenistan, Yemen, Lubnan û Sûrîyeyê 6 hezar TL û ji bo Efrîqayê jî 4 hezar TL ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ciwanî û Dawetê, ku ji roja damezrandina xwe vir ve di derbarê vejandina ciwanan û menewîyeta civakê de xebat û rêxistinên girîng pêk aniye, ew ê sibê bi bernameyên "Hevdîtina Ciwanan" û "Fetha Amedê" atmosferek menewî pêşkêşî welatiyan bike.
Li navçeya Cizîra Şirnexê wesayîtekî gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Platforma Hevgirtina Filistînê ya Enqereyê ziyaret kir. Di civînê de rewşa dawî ya li Xezzeyê û pêşnûmeqanûna ku pêşkêşî Parlamentoyê hatiye kirin hatin nîqaşkirin.