Lûtkeya NATOyê îro li Enqereyê dest pê dike
36emîn Lûtkeya Serokan a NATOyê îro li Qesra Serokkomariyê ya li Enqereyê dest pê dike.
Ev çalakî, ku ji teref Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve tê lidarxistin û ji teref Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ve tê koordînasyonkirin, ew ê du rojan bidome.
Serokên dewlet û hikûmetên 31 welatên hevalbend û her wiha temsîlvanên welatên dawetkirî ew ê beşdarî lûtkeyê bibin. Li paytextê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatine girtin û bi hezaran dîplomat û berpirsên payebilind ew ê ji bo hevdîtinan li Enqereyê bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Korfez a Qocaelîyê di febrîqeyeke boyaxê de şewat derketibû di encama wê şewatê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 karker jî birîndar bûn. Şewata ku derketibû bi midexeleya qasî 3 saetan hat kontrolkirin.
Karkerên înşaetê yên ku di germahiyên digihîje 45 pileyan de dixebitin, diyar kirin ku ew ji ber germahiya bilind, nebûna ewlehiya cihê kar, şert û mercên dijwar ên xebatê û mûçeyên kêm rastî zehmetiyên mezin hatine.
Li navçeya Keferdîza Meletîyê, li alîyê daristanê şewat derket, ekîbên îtfaîye û daristanê midexele kirin.