Li Êlihê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û li ser kêlekê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzî Gundê Sînanê ya li ser Rêbeja Êlih-Diyarbekirê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 27 BSZ 01 a ku şofêrê wê kontrola dîreksiyonê winda kir ji rê derket û li ser kêleka rê qelibî.
Di qezayê de 4 kesên mezin û 3 jê zarok 7 kes ku navên wan nehat hînbûn birîndar bûn.
Piştî ku welatîyên derdorê xeberê şandin ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polîs û ambulans hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî alîkarîya ewil ku ji teref xebatkarên tenduristiyê ve li cihê bûyerê hat kirin, ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li taxên derve yên Minbicê bi wesayîtekî bombeyî êrîş hat lidarxistin, di encamê de 14 jê pîrek herî kêm 15 kes canê xwe ji dest dan.
Kabîne, piştî du hefteyan di serokatîya Serokkomar Erdogan de îro li Beştepeyê dicive.
AFADê, diyar kir ku li Behra Egeyê erdhejên nû hatine qeydkirin. Di nav 10 seatên dawîn de erdhejên ku di navbera mezinahîya 3,5 û 3,7an de hatine pîvandin hatine qeydkirin.
Li Rihayê qamyonek li 2 wesayîtan xist û bi tevî wesayîtekî ku bi xwe re kaş dikir ji pirê ket xwarê, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.