Li Bûrsayê du wesayît li hev qelibîn: 7 birîndar
Li navçeya Înegol a Bûrsayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn, mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Qeza, li Ceddeya Ahmet Akyol a Taxa Osmanîyeyê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bin îdareya B.U. û wesayîta di bin îdareya A.E.Y. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Di encama qezayê de A.K.T, A.Y, İ.P, M.İ.C., M.G, D.K. û A.N.S. birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar jî bi ambûlansan ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku ji bo gelek hevdîtinan hatibû Sêrtê, bi endamên çapemeniyê, rêberên raya giştî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û akademîsyenan re civiya.
Kesekî din ê ku di şewata ku li salona sporê ya li Êlihê derket de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da. Bi vê şeklê hejmarê mirîyan gihîşt 3 kesan.
Komîteya Stratejîk a Sîyasî û Parastinê, ku di çarçoveya Peymana Parastina Hevpar a Mekkeyê ya di navbera Tirkîye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hatiye îmzekirin, ew ê civîna xwe ya ewil li Stenbolê li dar bixe.
Li Êlihê di komplekseke sporê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû û piştî teqînê şewat derket. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 jê îtfaîyevan 11 kes jî birîndar bûn.