Li Balikesîrê di mezinahîya 4,4an de erdhejek pêk hat

Hat îfadekirin ku li Balikesîrê dîsa di mezinahîya 4,4an de erdhejek rûda.
Li gorî agahîyan erdhej li navçeya Sindirgiyê di seat 05.46an de pêk hatîye.
AFADê diyar kir ku erdheja ku pêk hatîye 10,12 kîlometre di bin erdê de hatîye qeydkirin.
Hat destnîşankirin ku ev erdheja ku pêk hatîye bi erdheja ku di 10ê Tebaxê de di mezinahîya 6,1an de pêk hatibû re girêdayî ye.
Di encama wê erdhejê de li 68 taxan, 12 jê avahîyên vala, tev de 16 avahî û mînareyên camîyan hilweşîyabûn, 2 kesan canê xwe ji dest dabûn, 29 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokatiya Jin û Malbatê ya HUDA PARê wê li Wanê panelek bi navê "Keleha Dawî: Malbat" li dar bixe.
Navenda Giştî ya HUDA PARê bi minasebeta salvegera 954emîn a Zefera Milazgirê ya ku di 26ê Tebaxa 1971an de pêk tê, peyamek weşand.
Di operasyona ku li Qonyayê hat lidarxistin de, bi sedhezaran hebên tiryakê hatin bidestxistin, bi sedhezaran bonzaî û bi tonan meddeyên hişbir hatine bidestxistin; 4 şikdar hatin binçavkirin.