Li Bedlîsê jiyan rawestiyaye û têkiliya bi gundan re qut bûye
Ji ber berfa zêde ya ku du roj in li Bedlîsê berdewam dike, li hinek rêyan wesayîtên giran ji trafîkê re hatine qedexekirin.
Berfa berdewam a li Bedlîsê tesîreke xerab li ser bajêr kiriye. Walîtiya Bedlîsê ragihand ku wesayîtên giran ji bo hin rêyên bajêr hatine qedexekirin.
Ji ber ku di saetên serê sibê de berf rawestiya, operasyoneke berfireh hate destpêkirin.
Tîmên rê û şaredariyê rêyên li navenda bajêr ên ku hatine girtin vedikin û xwê lê dirijînin, welatî jî hewl didin berfa li ser kargeh û wesayîtên wan kom bûye paqij bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) derbarê helwestên tinaz û biçûkxistinê yên vê dawiyê li ser medyaya civakî yên li hember nimêjê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Berî ve 14 salan li gundên Bujeh û Roboskîya Qilebanê di bomberana balafirên şer de 34 gundîyên ku zarok jî di nav wan de hebûn canê xwe ji dest dabûn. Ji ser qetlîama Roboskîyê 14 sal derbas bûn, lê hêj kesên berpirsîyarê vê qetlîamê ne, nehatin dîtin.
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji bo polîtîkaya kîsikên plastîk ên bi pere, ku di sala 2019an de hatibû destpêkirin, rêziknameyek nû derxistiye.