Li Kutehyayê otobûsa rêwîyan qulipî: 31 birîndar
Li ser rêya Kutehya-Afyonkarahisarê otobûseke rêwîyan kontrola xwe winda kir, li bariyeran qelibî û qulipî, di encama qezayê de li gorî agahiyên ewil 31 kes birîndar bûn.
Otobûseke rêwîyan a MEGê ku ji Stenbolê ber bi Kuşadasiyê ve diçû, li kîlometreya 36emîn a rêya Kutehya-Afyonkarahisarê kontrola xwe winda kir û li bariyeran qelibî û qulipî.
Piştî xeberdayînê ji herêma qezayê re ekîbên tenduristî, AFAD, îtfaîye, polês û cendirmeyan hatin sewqkirin.
Di encama hewldanên ekîban de, rêwîyên birîndar ên ku di otobûsê de bûn ji teref ekîban ve hatin derxistin û ji nexweşxaneyên derdorê re hatin birin.
Li gorî agahiyên ewil, di qezayê de 31 kes birîndar bûne.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Keştiyeke barhilgir a hişk a bi ala Tirkîyeyê ku ji Bendera Tamanê ya Rûsyayê ber bi Trabzonê ve komir dibir, li Behra Reş rastî êrîşeke dronê hat. Di êrîşê de endamekî ekîbê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Li navçeya Sîncan a Enqereyê, helîkopterek di dema firîna perwerdeyê de ket xwarê û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Sî û du koçberên neqanûnî di qeyikeke lastîkî de ku ji teref ekîbên Ewlekarîya Peravê ve li peravên navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê hatibû rawestandin, hatin girtin.