Li Enqereyê helîkoptereke perwerdeyê ket: 2 birîndar
Li navçeya Sîncan a Enqereyê, helîkopterek di dema firîna perwerdeyê de ket xwarê û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza, li taxa Temellî ya navçeya Sîncanê qewimî.
Di encama ketina helîkoptereke perwerdeyê ya ji ber sedemek nediyar de 2 kes birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên din ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Miovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û derbarê sedema qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Keştiyeke barhilgir a hişk a bi ala Tirkîyeyê ku ji Bendera Tamanê ya Rûsyayê ber bi Trabzonê ve komir dibir, li Behra Reş rastî êrîşeke dronê hat. Di êrîşê de endamekî ekîbê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Sî û du koçberên neqanûnî di qeyikeke lastîkî de ku ji teref ekîbên Ewlekarîya Peravê ve li peravên navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê hatibû rawestandin, hatin girtin.
Li ser rêya Kutehya-Afyonkarahisarê otobûseke rêwîyan kontrola xwe winda kir, li bariyeran qelibî û qulipî, di encama qezayê de li gorî agahiyên ewil 31 kes birîndar bûn.