Li Navenda Kaşûna Kartalkayaya Boluyê di otêlekî de şewat derket, di encamê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku li beşa restorana otêlekî ya li lûtkeya Çîyayên Korogluyê ji ber sedemeke ku hêj nayî zanîn ve şewat derket.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên ambûlans, îtfaîye, AFAD, UMKE û ewlehîyê hatin sewqkirin.
Walîyê Boluyê Abdulazîz Aydin, diyar kir ku di otêla ku 234 mêvan di nav de hene de di derdorê seat 03.30yan de şewat derket.
Li gorî agahîyên ewil di şewatê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dane, 32 kes jî birîndar bûne.
Otêl ji ber şewatê hat tehlîyekirin û xebateke mezin hat destpêkirin.
Hat îfadekirin ku otêlên herêmê ji ber betlaneya dibistanan hema hema tijî ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di rojeva Kabîneya ku ew ê di bin Serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bicive de, agirbesta li Xezzeyê û zêdekirina hevkarîyên bi Sûrîyeyê re bêne gotûbejkirin.
Li navçeya Mehserta Mêrdînê ciwanek dema li sehayê maça fitbolê dilîst, krîza dil derbas kir, ciwanê ku ji nexweşxaneyê re hat rakirin digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.
Li navçeya Erxenîya Dîyarbekirê wesayîtekî, li romorka ku parqkirîbû qelibî, di encama qezayê de ji heman malbatê kesekî canê xwe ji dest da, 2 jê zarok 3 kes jî birîndar bûn.