Li Bûrsayê xanî şewitî: 1 jê zarok 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Karacabeya Bûrsayê, di nav xanîyekî de şewat derket, 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Şewat, di qata 3yemîn a avahîyeke 4 qatî ya li Taxa Saadetê de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, sedema şewatê hêj nayê zanîn û şewata ku derket di demeke kurt de temamê daîreyê kir bin tesîra xwe.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Şewata ku derket bi midexeleya ekîban hat vemirandin, lê di encamê de 1 jê zarok 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Cenazeyê rehmetîyan, ji Sazîya Tip a Edlî re hatin sewqkirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, destnîşan kir ku Fîloya Sumud a Kûrewî bi nêzê 50 keştîyan ber bi Xezzeyê ve diçe, bang li welatîyan kir ku bila li her derê piştgirîyê bidin Fîloyê.
Karwana Hêvîyê, bi armanca piştgirîya ji bo mihtacan wê di navbera 25-29ê Îlonê de li Rihayê kermesek tertîp bike.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li ekîbên Ewlehîya Peravê li peravên Demîrkoya Kirklarelîyê 114 kîlo tîryak bidestxistin.