Li Dîyarbekirê operasyona tiryakê: 1 ton û 530 kîlo esrar hat bidestxistin

Li navçeya Licêya Dîyarbekirê operasyona tiryakê hat lidarxistin, di encama operasyonê de 1 ton û 530 kîlo esrar, 2 milyon û 850 kok skunk û 834 kok kenewîr hat bidestxistin. Derheqê 7 şikdaran de jî karê edlî hat destpêkirin.
Li gundên Zengesor, Karincak û Hendîva Liceyê bi beşdarbûna ekîbên Fermandarîya Cenderme ya Bajêr, Fermandarîya Alaya Qomando ya Cenderme ya Navçeya Licê, Fermandarîya Tabûr a Hereketa Cenderme ya Nevçeya Licê, Fermandarîya Tabûr a Tîmên Taybet a Êlihê, Fermandarîya Tabûr a Qomandoya Qoser a Mêrdînê, Tîmên Taybet a Polêsê Dîyarbekirê û Qoricîyan bi temamî bi 1040 personelan ve operasyon hat lidarxistin.
Di encama wan operasyonan de di 50 cîhên cuda de, 1 ton û 450 grem esrara qubar, 80 kîlo esrara toz bi temamî 1 ton û 530 kîlo esrar, 2 milyon û 850 kok skunk û 834 hezar kok kenewîr hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
PKKê ku daxuyand hefteya borî kongreya xwe kom kirîye, di daxuyanîya ku da de îfade kir ku xwe fesih kirîye û çekan danîye.
Li Kagitxaneya Stenbolê mînîbûsek şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û ket nav peyayan. Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.
Ji teref Midûrtîya Şûbeya TEMê ve di koordînasyona Serdozgerîya Komarîya Entabê de li dijî FETOyê operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 225 kes hatin qefaltin.
Li parêzgeha Kirmaşanê ya rojhilat, di qezayeke trafîkê de 8 kes mirin û kesek jî birîndar bû.