Li navçeya Erxenîya Dîyarbekirê wesayîtekî, li romorka ku parqkirîbû qelibî, di encama qezayê de ji heman malbatê kesekî canê xwe ji dest da, 2 jê zarok 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Gundê Selmana Erxenîyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxisitn, wesayîta bi plaqeya 01 ABL 848 ya ku di bin îdareya S.K. de bû, li romorkekî ku li ser kêleka rê disekinîya qelibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de, şofêrê wesayîtê S.K. (60), nevîyên wî M.R. (6) û B.K. (4) birîndar bûn û pîreka wî M.K. (61) jî canê xwe ji dest da.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Ekîbên ku hatin cîhê qezayê mirovên birîndaran piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyê re rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat desptêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Mehserta Mêrdînê ciwanek dema li sehayê maça fitbolê dilîst, krîza dil derbas kir, ciwanê ku ji nexweşxaneyê re hat rakirin digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ser rêya Hevrîşimê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.
Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê Mahînur Ozdemîr Goktaş, daxuyand ku li Stenbolê di nav 48 seatan de ji Kredîya Zewacê ya ku 150 hezar Lîre ye û ji bo destekdayîna zewaca ciwanan tê dayîn re 3 hezar û 500 kes serlêdanê kirin.