Li Hetayê şewata daristanê: 2 tax hatin valakirin

Li navçeya Hassaya Hetayê di daristanê de şewat derket, di encama şewatê de ji ber tedbîran taxên Yukaribucak û Bademlîyê hatin tehlîyekirin. Bi 173 wesayît û 470 personelan midexeleyê şewatê dê kirin.
Li taxên Yukaribucak û Bademlîya nav.eya Hassa ya Hetayê ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket.
Ji ber ku şewat nêzê jîngeha hat, 540 kesên ku li du taxan dijîyan hatin tehlîyekirin.
Hat destnîşankirin ku ji herêmê re 18 qamyonên avê, 7 wesayîtên midexeleyê, ekîbên Midûrtîya Herêma Daristanê, îtfaîyeya Şaredarîya Bajarê Mezin ê Hetayê, cenderme, AFAD, ekîbên tenduristî, ewlehî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Walîyê Hetayê Mustafa Masatli, piştî şewatê daxuyanî da û got ku xeber di seat 19.10an de hatîye niha rîskekî ciddî nahewîne.
Masatli, destnîşan kir ku ji bo welatîyên ku hatine tehlîyekirin konteynirên vala hene û got, “Heta niha tu zîyaneke canî û maddî tineye” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkilîyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di peyama “Roja Rabîaya Cîhanî ya 14ê Tebaxê” de got, “Ev derbe tenê ji Misirê re nehat kirin, wek parçeyek tarî ku heta dighêje Xezzeyê ketîye dîrokê.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di civîna 3yemîn a Komîsyonê de destûr xwest û derheqê esasên xebata komîsyonê de pêşnîyazan da.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, daxuyand ku derheqê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de ji ber ku heqaret li Serokkomar kirîye tehqîqat hatîye destpêkirin.