Li Ispartayê balafira perwerdehîyê, li navçeya Çala Denîzlîyê hijdî daket xwarê. Di bûyerê de kesekî birîndar bû, ji herêmê re jî ekîbên tenduristî û xelaskirinê hatin sewqkirin.
Li navçeya Çala Denîzlîyê balafirek hijdî daket xwarê. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, balafira ku ji Ispartayê firîya, li alîyê Alî Çeşmesîya Taxa Îsabeylîya navçeya Çalê ji ber sedemeke ku hêj nediyare bi hijdî daket xwarê.
Piştî bûyerê ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin. Hat hînbûn ji du mirovên ku di nav balafirê de bûn yek birîndar bûye, mirovê birîndar ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin û lêkolîn hêj berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Qezenca kermesa ku ji teref Klûba Ciwanên Zanyar ve di Zanîngeha Dîcleyê hatibû tertîpkirin de hat bidestxistin, ji bona ku ji Xezzeyê re bê gihaştin teslîmî rayedarên Weqfa Êtîman kir.
Li Nevşehîrê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
AFADê, diyar kir ku li navçeya Alanyaya Antalyayê di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û got, “Meseleya Kurd ku yek birînên civakê ku demeke dirêj e xwîn diherikîn e, divê êdî di bin sîya şer û hesabên siberoja sîyasetê de neyê hiştin, ji sîyaseta îstîsmarkirinê re neyê leyîstikkirin. Divê meseleya Kurd, di bingeha welatîbûna wekhev de ji ewlehîya makeqanûnê re bê kirin û bi mayînde bê çareserkirin.”