Li Ispartayê mînîbûs qulipî: 16 birîndar

Li Ispartayê mînîbûseke rêwîyan di rêya ku ji ber baranê şil bûbû de şimitî û qulipî, di encama qezayê de 16 kes birîndar bûn. Hat îfadekirin rewşa hinek birîndaran giran in.
Li navçeya Gonena Ispartayê, mînîbûsek qulipî, 16 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li ser rêya Gonen-Ispartayê, li alîyê Febrîqeya Çîmentoya Goltaşê mînîbûseke bi plaqeya 32 K 0342 ku sefera Isparta-Keçîborluyê dikir, di rêya ku ji ber barana şil bûbû de şimitî û ji bin kontrolê derket şimitî.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. Û hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran giran e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm, sêwî û bêkesan li nav welat û derveyê welat fealîyetan lidar dixe, wek her sal vê salê jî ji bona ku goştê qurbanan bighêjîne ser sifreyan hazirîyê dike.
Li navçeyên Hewag, Curnê Reş û Xelfetîya Rihayê zîpik barîya, bi tevî xanî û wesayîtan darên fistiq, zeytûn û pembûyan jî zerarê dîtin.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Meclîsê da de, derheqê erdheja Stenbolê, polîtîkaya Keşmîrê ya Hîndistanê, qirkirina li Xezzeyê û vebêrên avdayîna erdên çandinîya ji bo herêma bakur de nirxandinan kir.
Li navçeya Sêwreka Rihayê nêzê 50 qonteynirên ku karker di nav de bûn şewitîn û bûn wek xwelîyê.