Li Karamanê konvoya dawetê qeza kir: 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
Li Karamanê, dema ku wesayîteke di konvoya dawetê de bi wesayîteke ji aliyê dijber ve dihat re rû bi rû li hev qelibîn, du kes mirin û pênc kes jî birîndar bûn, ji birîndaran du kes rewşa wan giran in.
Qeza, li ser rêya gundê Zengen-Gulkaya, ku li navçeya navendî ye, qewimî.
Wesayîta ku A.K. diajot û wesayîta ku H.A.T. diajot ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn li hev ketin.
Piştî xeberdayînê, cendirme, AFAD, ekîbên îtfaîyeyê û ekîbên tenduristiyê ber bi herêmê ve hatin şandin.
Ekîbên tenduristîyê destnîşan kirin ku şofêr A.K. û A.B. yê ku di wesayîta din de bû li cihê bûyerê mirine.
Di qezayê de şofêr H.A.T. û rêwiyên bi navê D.K., G.K., A.S., û S.Ö. birîndar bûn.
Piştî wergirtina dermankirina destpêkê li cihê bûyerê, mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karamanê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku H.A.T. û S.Ö., ku ji birîndaran in, rewşa wan giran e.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Nurdagi ya Entabê, di qezayekê de ku mînîbusek rêwiyan li wesayîtekê qelibî, raporên destpêkê nîşan didin ku 7 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.
Çalakiya dawî ya bernameyên 'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' ku ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatî organîzekirin, li Dîyarbekirê bi beşdariya bi hezaran zarok û malbatan hate lidarxistin.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyonên ekîbên cendermeyan ên li 28 bajaran li dijî DAÎŞê de 83 şikdar hatine qefaltin.