Li 28 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon: 83 şikdar hatin girtin
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyonên ekîbên cendermeyan ên li 28 bajaran li dijî DAÎŞê de 83 şikdar hatine qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, Fermandariyên Cendermeyan ên Bajaran bi hevkariya Daîreya Têkoşîna li dijî Terorê ya Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û Serdozgerên Komarê li 28 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon pêk anîn.
Di operasyonên cuda de 83 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Erdhejek bi lerza 3.8 ku li herêma Dihokê ya Herêma Kurdistanê çêbû, 11.34 kîlometre dûrî navçeya Silopiya Şirnexê hat qeydkirin.
Li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê bi şîdeta 3.7 pileyî erdhejek çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê kûrahiya erdhejê wekî 5 kîlometre ragihand.
Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li gelek herêmên Tirkîyeyê baran û bahoz tê texmînkirin. Li herêma Marmarayê û deverên hundir, di saetên sibehê û şevê de mij û dûman ew ê çêbibe.
Du kesên ku li navçeya Pilûr a Dêrsimê ji bo lêgerîna bizinên xwe yên winda çûn deverên bilind û ji ber mijê winda bûn, di encama hewldanên ekîbên Cenderme û AFADê de sax hatin dîtin.