Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ser rêya Hevrîşimê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.
Qeza, doh di seat derdora 22.00yan de li çarrêya nexweşxaneyê pêk hat.
Li gorî agahîyan du wesayîtên ku nasnameyên şofêrê wan û plaqeyên wan nehatin hînbûn li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Mirovê birîndar, bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Dewleta Nisêbînê re hat rakirin.
Hat îfadekirin ku herdu wesayît jî bûn wek xwelîyê û bi wesayîta kaşkaşokê ji herêmê hatin birin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Erxenîya Dîyarbekirê wesayîtekî, li romorka ku parqkirîbû qelibî, di encama qezayê de ji heman malbatê kesekî canê xwe ji dest da, 2 jê zarok 3 kes jî birîndar bûn.
Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê Mahînur Ozdemîr Goktaş, daxuyand ku li Stenbolê di nav 48 seatan de ji Kredîya Zewacê ya ku 150 hezar Lîre ye û ji bo destekdayîna zewaca ciwanan tê dayîn re 3 hezar û 500 kes serlêdanê kirin.
Cemaeta Hîzbullah, derheqê Rêberê damezrênerê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu ku di 17ê Çileya 2000an de di encama êrîşekî de hatibû şehîdkirin de dîmenekî nû parve kir.