Li Mêrdînê qîzeka ciwan ji qata 6an ket xwarê û giran birîndar bû
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê E.K. (14) ji qata 6emîn ket xwarê û giran birîndar bû.
Bûyer, di seatên nîvroyê de li Ceddeya Rêya Mêrdînê ya li Taxa Barişê pêk hat.
Hat îfadekirin ku E.K. ji ber sedemeke ku hêj nediyare, ji qata 6emîn ket xwarê.
Mirovên ku bûyerê dîtin xeberê dan ekîban û li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku E.K. piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê re hat rakirin.
Li gorî agahîyan rewşa E.K. giran e û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Bolvadîn a Afyonkarahîsarê, di encama lihevketina servîsa xwendekaran û qamyonetekê de 14 kes birîndar bûn.
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê wesayîtek ji pişt ve li qamyonekê qelibî, di encamê de kesek mir û du kes birîndar bûn.
Weqfa Êtîman a ku ji bo êtîm, sêwî û feqîran fealîyetên alîkariyê dike, wekî her carê îsal jî êtîmên Xarpêtê ji bîr nekir û di çarçoveya qampanyaya "Montek, Botek" de ji 150 êtîman re cil û berg peyda kirin.