Li navçeya Akhîsara Manîsayê du serwîsa karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 35 karker birîndar bûn.
Qeza, li çarrêya Herêma Senayîya Organîzeya Taxa Kayaliogluyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin serwîsa karkeran ya ku di bin îdareya C.K. de bû û serwîsekî dinê jî ku di bin îdareya T.D. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Bi tesîra qezayê hinek karker di mînîbûsan da asê man.
Li ser xeberdayînê ji cîhêqe zayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê, karkerên ku di mînîbûsê de asê mane derxistin.
Hat îfadekirin ku di encama qezayê de 35 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya Mêrdîn-Qoserê serwîsekî febrîqeyê û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kesan birîndar bûn.
Li Stenbolê, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesan ji ber jehrê/eraqê canê xwe ji dest dan.
Zêdebûna fîyetên tîpan ku di van demên dawîn de gelek zêdetir bûye ji teref welatîyên feqîr ve dibe sedema bertekan.