Li medreseyên ÎTTÎHADUL ULEMA qeydkirina kursên ziberkirina Quranê û zimanê Erebî dest pê kir
Endamê Lijneya Rêvebir a ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Remzî Uçar, ragihand ku qeydkirina ji bo werza nû ya ziberkirina Quranê û perwerdehiya bi zimanê Erebî dest pê kiriye, û ji malbatan xwest ku zarokên xwe ber bi medreseyan ve bibin.
Uçar diyar kir ku medrese kesên ku hem di warên manewî û hem jî di warên akademîk de jêhatî ne, derdixin holê.
Qeydkirina xwendekarên sala nû ya xwendinê li medrese û saziyên hafizkirina Quranê yên ku di bin sîwana ÎTTÎHADUL ULEMA de dixebitin dest pê kir.
Mele Remzî Uçar, endamê Lijneya Rêvebir a ÎTTÎHADUL ULEMA, diyar kir ku bi hezaran xwendekarên jin û mêr li seranserê Tirkiyeyê li nêzîkî 55 medreseyan perwerdehiyê dibînin, û ev sazî alîkariya mezinbûna nifşên zana yên ku civak hewcedarê wan e dikin.
Uçar diyar kir ku armanca sereke ya medreseyan ew e ku kesên ku ji bo malbat, civak û mirovahiyê sûdmend in mezin bikin û bi rêbaza perwerdehiyê ya li ser bingeha Quran û Sunnetê, xwendekar hem bi zanîna dînî û hem jî bi nirxên exlaqî têne perwerdekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Farqîn a Dîyarbekirê, piştî hewldanên lêgerînê yên ekîbên xelaskirinê, zilamekî 20 salî ku ketibû nav qenala avdanê, bi qasî 5 kîlometre dûrî cihê ku lê ketibû, di nav sîfonekê de mirî hat dîtin.
Hat îddîakirin ku li Êlihê ji ber kekê ku li saloneke dawetê hatiye pêşkêşkirin, bi qasî 150 kes ji ber jehrîbûna xwarinê nexweş ketine.
Li Meletîyê, di derengiya şevê de nîqaşa ku di navbera du koman de derketibû ji şerê çekdarî re veguherî, di encamê de du kes birîndar bûn û sê şikdarên têkildarî bûyerê jî hatin binçavkirin.
Li bajarên başûrê welat germahî gihîştiye astên rekorê.