Li Meletîyê mirina şikdar a zarokekî
Zarokekî 13 salî li mala xwe ya li navçeya Battalgaziyê ya navendî mirî hat dîtin.
Bûyer, li taxa Hanımınçiftliği ya navçeya Battalgaziyê qewimî. Li gorî agahiyan, Yasîn Adiyaman (13), ku li Kolana Alî Rıza Gecebeyi dijî, serê sibê ji aliyê malbata xwe ve di odeya xwe de bêliv hatiye dîtin. Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristî hatine şandin navnîşanê û tespît kirine ku zarok miriye. Doktorê nobedar, piştî muayeneyê, mirinê şikdar dîtiye û daxwaza lêkolîna cihê bûyerê kiriye.
Piştî ku polêsan lêkolîneke teknîkî ya malê kir, cenazeyê kur ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
Li gorî agahiyên ji xizmên hatine wergirtin, Yasîn bi menenjîta zikmakî ketiye û felc bûye. Nirxandinên destpêkê nîşan didin ku mirina wî xwezayî ye.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Saziya Alîkariyê ya Navneteweyî IHO EBRAR, di çarçoveya "Projeya Cilên Zivistanê" de beriya zivistanê alîkariya cil û bergan da zarokên malbatên hewcedar, bi sedan zarokên bê dê û bav û zarokên hewcedar kêfxweş kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi bavê Rojîn Kabaiş Nîzamettîn Kabaiş re bi telefonê axivî.
Weqfa Êtîman a Êlihê, bi piştgiriya bexşvanên dilxwaz, cil û berg û pêlav ji 300 êtîm û sêwîyan re peyda kir. Weqf, ku hewldanên xwe yên alîkariyê yên berdewam didomîne, careke din hêvî ji êtîman re anî.