Li Meletîyê qezaya trafîkê: 3 birîndar

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê tirek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan birîndar bûn.
Qeza, li Taxa Ozalpera navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 HA 480 ku di bin îdareya A.Y. de bû û tira bi plaqeya 06 CIA 919 ya ku di bin îdareya A.D. de bû li hev qelibîn.
Di encama qezayê de H.Y. û Z.N.Y. yên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Sêwrega Rihayê du mînîbûsa serwîsa ku mamoste di nav de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 28 kesan canê xwe ji dest dan.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di panela "Navbeynkariya Malbatê" ya ku ji teref Serokatiya Jin û Malbatê ya partiya xwe ve hat lidarxistin de axivî û got, "Heke em bikaribin saziyeke navbeynkariyê ya saziyî ava bikin, em ê gaveke girîng bavêjin da ku malbatên ku jixwe avakirina wan pir dijwar e, bi hêsanî ji hev nekevin."
Barana zêde ya li Dîyarbekirê bû sedema lehiyên mezin. Ji ber ku rêyên binî veguherî golê, welatiyan û ajokarên wesayîtan zehmetiyan kişandin.