Li Mêrdînê du wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Qeza li nêzê gundê Girê Mîra pêk hat.
Hat îfadekirin ku du wesayîtên ku plaqeyên wan û nasnameyên şofêrên wan nehatin hînbûn ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polêsan hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewleta Nisêbînê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Pêşbirka Sîyerê ya ku xelata Umreyê heye, kevneşopiyeke ku ji hêla Evîndarên Pêxember ve hatiye çêkirin, îsal bi heyecaneke mezin dest pê dike. Pêşbirk dê bi sed hezaran beşdaran ji seranserê Tirkiyeyê bikişîne û armanc dike ku jiyana mînakî ya Pêxemberê me bi nifşên nû bide nasîn.
Li Entabê di nav tirekî de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de 510 hezar hebên tiryakê hatin bidestxistin, derheqê bûyerê de şikdarek hat girtin.
Rêveberiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê di daxuyaniya xwe ya derbarê mirina gumanbar a Rojîn Kabaîşê de daxwaza lêpirsîneke bi tesîr û bêalî kir û destnîşan kir ku îddîayên ku vê dawiyê ji raya giştî re hatine kirin tirsnak in.