Li Mêrdînê du xuşkên ku 10 roj e xuya nedibûn di mala xwe de mirî hatin dîtin

Li navçeya Artukluya Mêrdînê, ev bû 10 roj e ji du xuşkan xeber nedihat girtin, hat îfadekirin ku ew di mala xwe de mirî hatin dîtin.
Bûyer, li Taxa Tekerê pêk hat.
Li gorî agahîyan, du xuşkên ku navên wan L. I. Û M. I. ne ev bû 10 roj e xeber ji wan nedihat girtin.
Piştî 10 rojan cîwanan gotin ku ji mala wan bîna pîs tê û ji ekîban re xeberê şandin.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Polêsên ku hatin taxê derîyê mala xuşkan şikandin û ketin hindir.
Hat îfadekirin ku herdu xuşk jî li erdê mirîbûne.
Ekîbên polêsan jî li mal û derdorê malê li pey delîlan ketin.
Hat hînbûn ku ji bo sedema mirina xuşkan were diyarkirin ew ê otopsî were kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku çûndina li ser bingeha pasaportê li deriyên sînorê bejahî yên Sûriyeyê dest pê kiriye.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 3,5an de erdhejek pêk hat.
Ekîbeke îtfaîyeyê ya ku li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê agir vedimirand qeza kir. Di qezayê de 5 îtfaîyeavn birîndar bûn.