Li Mûxlayê 24 koçberên bêdestûr hatin girtin
24 koçberên bêdestûr ên ku li Bodruma navçeya Mûxlayê li bejahiyê hatibûn tespîtkirin, ji aliyê ekîbên Ewlekariya Peravê ve hatin girtin.
Piştî ku agahî hat girtin ku komek koçberên bêdestûr li herêma Îçmelerê ne, qeyikeke Ewlekariya Peravê û personelên ji Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê ya Fermandariya Koma Ewlekariya Peravê ya Egeya Başûr ber bi herêmê ve hatin şandin.
Ekîban 13 koçberên neqanûnî ku 11 ji wan zarok bûn û li ser bejahî hatibûn dîtin girtin.
Hat ragihandin ku koçberên bêdestûr piştî ku prosedurên wan qedîyan, teslîmî rayedarên pêwendîdar hatine kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku li navçeya Pinarbaşiya Rihayê di mezinahîya 5,8an de erdhejek qewimî.
Di operasyonên narkotîkê yên ku ji hêla ekîbên cendermeyan ve li Dîyarbekirê hatin kirin de, 253 hezar û 752 nebatên esrara skunk, 42 kîlogram û 600 gram esrar, û 24 gram metamfetamîn hatin desteserkirin. Di operasyonan de li dijî 25 şikdaran tedbîrên qanûnî hatin girtin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di peyama ku derbarê êrîşa li Turgutluya Manisayê de weşand de bal li ser girîngiya perwerdehiya exlaqî û saziya malbatê ji bo pêşîgirtina li çerxa tundûtûjî û hilweşîna exlaqî kişand.