Li Rihayê di mezinahîya 5,8an de erdhej
Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku li navçeya Pinarbaşiya Rihayê di mezinahîya 5,8an de erdhejek qewimî.
Li gorî daneyên Rasatxaneya Kandîlliyê, erdhej di 24ê Îlona 2026an de, saet 10:40 sibehê hatiye qeydkirin. Navenda erdhejê navçeya Pinarbaşî ya Rihayê ye û şîddeta erdhejê 5.8 pileyî û kûrahiya wê 5.4 kîlometre ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
24 koçberên bêdestûr ên ku li Bodruma navçeya Mûxlayê li bejahiyê hatibûn tespîtkirin, ji aliyê ekîbên Ewlekariya Peravê ve hatin girtin.
Di operasyonên narkotîkê yên ku ji hêla ekîbên cendermeyan ve li Dîyarbekirê hatin kirin de, 253 hezar û 752 nebatên esrara skunk, 42 kîlogram û 600 gram esrar, û 24 gram metamfetamîn hatin desteserkirin. Di operasyonan de li dijî 25 şikdaran tedbîrên qanûnî hatin girtin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di peyama ku derbarê êrîşa li Turgutluya Manisayê de weşand de bal li ser girîngiya perwerdehiya exlaqî û saziya malbatê ji bo pêşîgirtina li çerxa tundûtûjî û hilweşîna exlaqî kişand.