Li Qastamonûyê şewata daristanê

Li navçeya Araça Qastamonûyê, li herêmên daristanê du şewatên cuda derketin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Qastamonûyê ve hat belavkirin de, hat îfadkeirin şewata ku li navçeya Eflanîya Karabûkê dest pêk kir, belavê gundê Guzelceya ku girêdayê navçeya Araça Qastamonûyê ye bû. Ji şewata ku li gundê Akgeçîta Taxa Karasuyê derket re jî midexele tê kirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji ber şewatê ji gundên Gûzelce, Akgeçit, Kiziloren, Ahatlar, Îhsanli û Şîrîngûneyê 437 welatî hatin tehlîyekirin, 496 heywanên mezin û biçûk jî ji herêmên ewle re hatin birin.
Hat destnîşankirin ku ji şewatên ku li gundên Guzelce û Akgeçîtê berdewam dikin re 39 wesayît, 3 helîkopter, 5 tankêrên avê, 17 qamyonên avê, 3 wesayîtên midexeleya ewil, 182 personel midexele dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji 10 welatan Parlamenter, ku ji Tirkîyeyê di nav de Seorkê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî heye, ji îdarevanên welatên Îslamî re nameyan şandin.
Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Zeynul Abîdîn Gulsever, koçerên li Zozanên Qerejdaxê zîyaret kir û pirsgirêkên wan gohdar kir.
Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şîmşek, di daxuyanîya ku bi minasebeta Wîladeta Nebî belav kir de, destnîşan kir ku divê mînakbûna Pêxemberê Xwedê bikeve hemû beşên jîyanê.