Li Qonyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej

Di seatên serê sibehê de li navçeya Ilgina Qonyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
AFADê diyar kir ku di seat 06.40an de li navçeya Ilgina Qonyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek hat qeydkirin.
Hat îfadekirin ku erdhej 15,6 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Erdhej li navçe û bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Piştî erdhejê tu erdhejeke biçûk nehat qeydkirin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û got, “Niha tu bûyerekî xerab pêk nehatîye. Ji welatîyên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re derbasî be. Xwedê welatê me û gelê me ji afetan biparêze.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li giştîyê welat germahîya hewayê li gorî demsalê jî zêdetir derbas dibe, li 56 bajaran germahî ji 40 pileyî zêdetir e.
Sema Karakaya ya Seroka Şaxa Jinan a Bajarê Mêrsînê ya HUDA PARê, bal kişand ser qirkirina ku nêzîkî du salan e li ber çavên hemû cîhanê li Xezzeyê tê kirin û ji Serokomar Erdogan re got: "Rêya vekin! Bila em jî bi wan re birçî bimînin, bila em jî bi wan re bimirin; em amade ne her tiştî bikin. Dayikên li vir jî, mîna dayikên di Şerê Rizgariyê de, dê zarokên xwe bi hinekirî bişînin."
Şewata ku ev bû çend roj e li Karabûk û Bûrsayê derketine digel temamî midexeleyan nayên kontrolkirin. Li Karabûkê şewateke nû derket, şewata li Harmancika Bûrsayê jî gihîşt nav jîngehan.